BI DÎMEN

Komkujiya Parîsê li Sydneyê hate protestokirin

Komkujiya Parîsê ya ji aliyê dewleta Tirk ve hat kirin li bajarê Sydney ê Awûstralyayê hate protestokirin.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (DKTM) ji bo siyasetmedarên jin ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ji aliyê dewleta Tirk ve di meha Çileyê de li Parîsê hatin şehîdkirin, li ber konsolosxaneya Fransayê ya li bajarê Sydney ê Awûstralyayê çalakî li dar xist.

Çalakiya ku gelek kes beşdarbûn de bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiyê destpê kir. Di axaftinên li ser navê rêveberiya DKTM'ê de hat gotin ku komkujiya duyemîn a Parîsê ji ber ku komkujiya Sakîne Cansiz û hevalên wê hatiye nixumandin pêk hatiye. Rêveberên DKTM'ê ji hikûmeta Fransayê xwestin ku di demildest gavên pêwîst bavêje û edaletê pêk bîne.

Li ser navê DKTM'ê şandeya ku ji 3 kesan pêk dihat çû konsolosxaneya Fransayê û bi rayedaran re hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinê de dosyayek ku tê de daxwaz û bendewariyên têkildarî komkujiyan hene radestî rayedaran kirin.