Cenazeyê dayika çalakvanê fedayî Kaya spartin axê
Li ser wesiyetê, cenazeyê dayika Veysî Kaya yê ku li dijî tecrîdê çalakiya fedayî kiribû, Fatma Kaya li gel kurê wî hate definkirin.
Li ser wesiyetê, cenazeyê dayika Veysî Kaya yê ku li dijî tecrîdê çalakiya fedayî kiribû, Fatma Kaya li gel kurê wî hate definkirin.
Dayika Veysî Kaya yê di sala 2006’an de li ser nûçeyên tecrîd û “jehrdayîna” Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan xwe şewitandi bû, Fatîme Kaya duh li nexweşxaneya lê dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da.
Xizmên Kaya cenazeyê wê, îro di saetên serê sibê de ji morga nexweşxaneyê girtin û anîn Goristana Kuçukoba ya Edeneyê.
Piştî vecîbeyên olî, li ser wesiyeta xwe li rex gora kurê xwe Veysî Kaya spartin axê.