Li ser jinên di nezaretê de lêgerîna bi tazî hate ferzkirin

Li ser jinên ku ji ber tevlî Meşa Şevê ya Femînîst bûbûn û piştre hatibûn destgîrkirin, lêgerîna bi tazî hate ferzkirin.

Li Stenbolê di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de Meşa Jinan a Femînîst hatibû lidarxistin. Bi hinceta sloganên di meşê de komek jin hatibûn destgîrkirin. Lêpirsîna jinan didome.

Komîteyên jinan diyar kirin ku li ser du jinên di nezaretê de lêgerîna bi tazî hatiye ferzkirin.

Îfadeya jinan a li dozgeriyê didome. Hate diyarkirin ku Zelal Bûldan a ku keça Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan e jî biryara destgîrkirina wê hatiye dayîn. Ji bo îfadeyê bangî Bûldan kirin.