Gerîlayan bi ruhê serkeftina Garê 8`ê Adarê pîroz kirin

Gerîlayên YJA Star ên li wargehên azad bi ruhê berxwedana Heftanînê û serkeftina Garê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pîroz kirin gotin: “Dem dema azadiyê ye.”

Li tevahiya cîhanê jin bi reng û dengê xwe 8`ê Adarê Roja Jinên Kedkar ê Cîhanê pîroz dikin. Jinên militant ên YJA Starê jî vê rojê bi şahiyan pêşwazî kirin. Di vê pîrozbahiyê de Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Şerda Mazlum Gabar axivî û got: “Em wek gerîlayên Kurdistanê û taybet wek hêzên YJA Star destpêka salê bi berxwedana Garê pêşwazî kir û dawiya salê jî bi binkeftina faşîzmê pêk bînin’

‘BERXWEDANA JINAN WÊ SERKETINÊ BÎNE’

Fermandara YJA Starê Şerda Mazlûm ji dîrokê heya roja îro qala berxwedana ku jin raber kiriye kir û got: “Bi ramanên Rêber Apo xwe avakirina jina azad bi pêşengtiya Sara, Delal, Zîn Cizre, Sema Koçerîn û hemû jinên qehreman re bûye xeleka ava kirina jina azad.” Fermandara Mezlûm bal kişand ser serkeftina Garê û biryardariyên xwe ya sala 2021 an wiha anî ziman; ‘ Em ê bi berxwedana jinan ve zîhniyetê serdest, dagirker, faşîst, bi ruhê serkeftina Garê û têkoşîna jinan re tine bikin.”

‘JIN BI PÊŞENGTIYA XWE JIYANÊ DIAFIRÎNE’

Bernameya 8’ê Adarê ya gerîlayên YJA Starê bi gerandina govend, şano û stranan re bi coşekî mezin dewam kir û gerîlaya YJA Starê Marya Zîlan hestên xwe derbarê vê rojê de anî ziman û got: “8’ê Adarê li hemû jinan pîroz be. Ne tenê ev roj hemû roj a jina ye. Pêwîste jin nirxê xwe biparêze. Jin bi pêşengtiya xwe her tim jiyanê diafirîne. Em bi berxwedanê sala 2021 an pêşwazî kir, berdelên mezin hat dayîn. Em vê rojê diyariyê hemû jinan dikin û em ê di vê salê de azadiya Rêbertiya xwe diyarî mirovahiyê bikin.”

Di dewama şahiyê de gerîlaya YJA Starê Jînda Cudî axivî û ev got: “Em vê rojê ji tevahiya jinên şoreşger pîroz dikin. Ev rojek pîroz e. Serok Apo pir girîngî dide azadiya jinê ji ber vê ev roj ji bo me pîroz e. Cardin em vê rojê jinên Ereb û gelê Kurd û hemû jinan re pîroz dikin."

‘BI RUHÊ SERKETINA GARÊ 8’Ê ADARÊ PÎROZ DIKIN’

Di dawiya şahiyê de gerîlaya YJA Starê Dersîm Bager jî got: “Emê vê salê bikin sala serkeftinê. Di serî de vê rojê li Serokatî re pîroz dikin. Jin her tim bi reng û dengê xwe din ava cîhanê de xwe dide diyar kirin. Ji bo vê her roj ji bo me 8’ê Adarê ye. Em bi serkeeftina Garê 8’ê Adarê pîroz dikin ev ji bo me rêyeke serkeftinê ava dike. Îdîaya me jî wek gerîlayên YJA Starê di vê salê de gihîştina serkeftinê ye.”