Jin li dijî destgîrtinan li ber deriyê edliyê kom bûn

Komîsyona Meşa Şev a Femînîstan ya 8’ê Adarê, ji ber destgîrtina 12 jinên hîna lêpirsîna wan li Edliya Çaglayanê didome, kom bûn.

Li Stenbolê bi hinceta dirûşmeyên di Meşa Şev a Femînîstan a 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de hatî qêrkirin, bi îdîaya “Heqaret li Serokomar hate kirin” lêpirsîn hate vekirin. Têkildarî lêpirsînê 12 jin hatin destgîrkirin û hîna lêpirsîna wan jinan didome. Jinan ji bo piştgirîdayînê li ber deriyê Edliya Çaglayan kombûn.

Komîsyona Meşa Şev a Femînîstan daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê aktîvîsta femînîst Ferîde Eralp ve hate dayîn. Eralp da diyarkirin ku di 19’emîn Meşa Şev a Femînîstan de bi hezaran jin tevîlbû lê 12 jin hatin destgîrkirin. Her wiha Ferîde da zanîn ku qêrkirina dirûşmeya “Tayîp bireve jin hatin” nayê wateya heqaretê. Aktîvîsta femînîst bal kişande ser bi hevrebûna jinan û wiha got: “Em li hemberî van zextan serî na tewînin. Yan em hemû yan jî qet ji me.”

Piştî daxuyaniyê jinan dirûşmeya ‘Bijî 8’ê Adarê, bîjî serhildana femînîstan’ qêr kirin.

Hîna çalakiya jinan a li ber deriyê Edliyê didome.