Li çiyayên Rojhilatê Kurdistanê 8'ê Adarê hate pîrozkirin

Gerîlayên Rojhilatê Kurdistanê û gel bi hev re li çiyayên Kurdistanê 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kirin.

Gelê Rojhilatê Kurdistanê û gerîla tevlî pîrozbahiyê bûn. Pîrozbahî bi rêzgirtina ji bo rihê şehîdan dest pê kir.

Piştre li ser navê Komalgeya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Ciwane Sine axivî. Sine di destpêka axaftina xwe de 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û wiha got; “Em 8’ê Adarê di serî de li mîmarê azadiyê Rêber Apo, li jinên ku ji bo azadiyê têdikoşin û li jinên ku di zindanan de bûne sembola berxwedanê, pîroz dikin.”

Ciwana Sine, di axaftina xwe de şehîd Leye Agirî û şehîdên Asosê, şehîdên berxwedana şoreşa Rojava û hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr anî.

Ciwana Sine got, “Jin ji bo bikarin deynê xwe yê ji bo Rêber Apo bidin ê ku jin ji koletiyê rizgar kir û rêya azadiyê nîşanî wê daye, divê 8’ê Adarê di rojekê de bi sînor nekin, ji bo azadiyê divê her rojê bikin 8’ê Adarê.”

Di pîrozbahiyê de şanoya bi navê ‘Mehkemeya Dîrokî’ ku ji aliyê gerîlayên jiin hatibû amade kirin, hate pêşkêşkirin. Her wiha gerîlayên jin dansa Xwedewanda Anahîta jî pêşkêş kirin.

Koma Kevana Zêrîn a Rojhilatê Kurdistanê bi stranên xwe coşeke mezin dan pîrozbahiyê û bi koma govendê re coşa şahiyê zêdetir bû. Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.