Avesta: Bi qasî ku nekevin xefika mêr, jin êdî rêxistinbûyî ne

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta diyar kir ku hêzên desthilatdar hewl didin, têkoşîna jinan di nava pergala xwe ya desthilatdariyê de bihelînin û got, "Jin ewqasî rêxistinbûyî ne ku careke din nakevin xefika mêr."

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta beşdarî bernameya taybet a Stêrk TV bû û bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê asta rêxistinî ya jinan nirxand.

Sozdar Avesta di destpêka axaftina xwe de şehîdên Garê û şehîdên Kurdistanê hemû bi rêzdarî bi bîr anî û got, "8'ê Adarê careke din li her devera cîhanê ji aliyê bi sed hezaran jinan ve hate pîrozkirin. Li cîhanê û Kurdistanê, bi hêrs û ruhê raperînê jin daketin qadan, li ber sîstema baviksalarî û mejiyê wê rabûn. Bi navê jinê nli çiyayên Kurdistanê yên azad têdikoşin, wan hemûyan silav dikim. Têkoşîna wan pîroz dikim û di meşa azadiyê ya jinê de serketinê dixwazim. Em; jinên Kurd minetdarê Rêber Apo ne. Rêber Apo xwedî ked û hewldaneke mezin e ku jin gihîşt vê astê."

'TÊKOŞÎNA JINAN BI FELSEFE Û KEDA RÊBER APO BI WATE BÛ'

Sozdar Avesta diyar kir ku têkoşînên jinan ên mezin ên dîrokê, jinên berxwedêr û têkoşer bêguman ji bo wan jî weke mîrateya têkoşînê ne û got, "Ev têkoşîn bi felsefe û keda Rêber Apo bi wate bûn. Li gel zext û êrişên rejîma faşîst a AKP-MHP'ê, jinan di 8'ê Adarê de li Kurdistanê û Tirkiyeyê bi coş û tevlîbûneke mezin çalakî kirin û bi jinên cîhanê re dengê xwe bilind kirin. Dema ku mirov ji aliyê giştî ve binirxînin wê were dîtin ku îradeya jinê, helwesta jinê ya li dijî desthilatdariyê û hêrsa jinê xwe nîşan daye. Vê bawerî, hêrs û biryardariyê desthilatdarî û saziyên wê hejandiye. Jinan ev yek baş dîtin: xwedî wê hêzê ne ku eger bixwazin dikarin bi ser bixînin."

Sozdar Avesta bal kişand ser têkoşîna gerîlayên YJA Starê ku bi dehan sal in li çiyayên Kurdistanê têdikoşin û destnîşan kir ku bi vê têkoşîna xwe, ji bo têkoşîna azadiyê ya jinan bûn hêvî.

'DERFETÊN TÊKOŞÎNA HEVPAR HATINE AFIRANDIN, LI KURDISTANÊ EV YEK DIVÊ ÊDÎ PÊK WERE'

Avesta ragihandin ku li pêşiya vê tabloya bi heybet ti hêz êdî nikare bisekine û got, "Jin êdî bi têgihiştî, rêxistinî û bi felsefeyeke jiyana azad tevdigerin. Divê her kes êdî vê yekê baş bibîne. Em di wê baweriyê de ne ku coş û rêxistiniya di 8'ê Adarê de derkete holê eger hîn bi xurtî dewam bike wê bigihêje encamê.

Girîng jin hemû vê tabloyê baş bibînin. Ev yek derfetên têkoşîna hevpar diafirîne. Pêwîste ev rewş bi têkoşîna jina a hevpar a li Kurdistanê bê tacîdarkirin."

'DEM HATIYE KU MÊR JÎ ÊDÎ XWE JI NEXWEŞIYÊN KLASÎK RIZGAR BIKIN'

Sozdar Avesta ragihand ku aliyekî din jî ew e ku li her devera têkoşîna jinê heye divê xweparastin jî bê xurtkirin û ev yek weke mijareke jêneveger bê dîtin û jin li her derê xwe biparêzin.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta ragihand ku divê êdî mêr jî xwe ji nû ve binirxînin, sererast bikin, xwe ji nexweşiyên mêr ên berê rizgar bikin û got, "Tenê bi vî rengî tevlîbûneke xurt li têkoşîna azadiyê dikare bê kirin. Divê êdî bes aqil bidin jinan. Pêwîste bes bêje ku divê jin çawa tevbigerin, çawa xwe bi rêxistin bikin. Dema vê êdî qediya ye. Di vê asta têkoşîna jinan de em dibînin ku hin hêzê desthilatdar hewl didin têkoşîna jinan di nava pergala xwe ya desthilatdariyê de bihelînin.

Bêguman jin vê dibînin. Bi qasî ku careke din nekevin xefika mêr, rêxistinbûyî ne. Ji ber vê yekê divê mêr bi rêzdarî û hurmet nêzî îrade, rêxistinî û têkoşîna jinan bibin. Mêr çiqasî karibe vê bike wê xwe ji zîhniyeta heyî rizgar bike û gavên nû biavêje. Li ser vê bingehê dikare bi jinê re têkiliyeke hîn bi wate û rast deyne."

BANDORA BERXWEDANA GARÊ LI COŞA 8'Ê ADARÊ

Sozdar Avesta destnîşan kir ku di vir de têkoşîna azadiyê ya jinên Kurdistanê mînakeke mezin e û got, "Em dibînin ku bi berdêlên mezin têkoşiyan û cihê xwe di nava tevgera azadiyê de girtin. Bi hezaran hevrêyên ku li ser bingeha rast a bi jinê re di nava têkoşîna mezin de têkoşîneke hevpar meşandine, silav dikim. Herî dawî li Garê li dijî pîlana dagirkeriyê ya hikumeta Erdogan a faşîst, têkoşîn û lehengiya hevrê Şoreş û hevrêyên wî yên şehîd bûn, rêya jiyana azad nîşan dan. Di coşa 8'ê Adarê de bandoreke mezin a lehengiya li Garê heye. Ji ber vê yekê divê her kes vê tabloyê bibîne û xwedî lê derkeve."

'LI SER BINGEHA RUHÊ KU DI 8'Ê ADARÊ DE AFIRÎ DIVÊ HER KES BIHERIKE QADÊN NEWROZÊ'

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser Newroza 2021'ê û destnîşan kir ku Newroza îsal wê bi têkoşîneke mezin pêk were. Sozdar Avesta got, "Zilm û êrişên faşîzmê zêde bibin jî divê em paşve gavê neavêjin. Di vê demê de ku berê me li Newrozê ye, girîng e em têkoşînê mezintir bikin û hîn bi rêxistinbûyî bikin. Mîna her carê wê jin pêşengiyê ji vê yekê re bikin."

Sozdar Avesta destnîşan kir ku îradeya jinê ya li Kurdistanê bi taybetî jî ya li Rojava wê di vê Newrozê de hîn bi xurtî xwe nîşan bide û got, "Têkoşîna li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat hate nîşandan, wê Newroza îsal bike Newroza azadiya Rêber Apo. Em bi vê bawer in. Di vê pêvajoyê de divê ti astengî neyê naskirin. Divê kes li astengiyekê nealiqe. Ji ber ku di 8'ê Adarê de me dît ku jinan hemû astengî ji pêşiya xwe rakirin."

Sozdar Avesta di dawiya axaftina xwe de bang li jin û ciwanên Kurdistanê, gel û dostên Kurdan kir ku li ser bingeha ruhê ku di 8'ê Adarê de afirî biherikin qadan û got, "Ji niha ve Newrozê li tevahiya gelê Kurdistanê pîroz dikim. Bi taybetî Newrozê li Rêber Apo, li hevrêyên li zindanan li ber xwe didin, li şervanên HPG û YJA Starê û milîtanan hemûyan pîroz dikim."