Li Mêrsînê 4 kesên 8 roj in destgîrkiribûn girtin-NÛ BÛ

Li Mêrsînê hevserokên navçe û bajar ên dema berê ya HDP’ê ya Mêrsînê ku 8 ro jin destgîrkirî ne, bi hinceta daxuyaniyên çapemeniyê û kampanya alîkariyê ya dabû destpêkirin, girtin.

Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgerê Komarê yê Mêrsînê ve hatibû destpêkirin de, 8 kesên di avêtina ser malan de hatibûn destgîrkirin derxistin pêşberî dadgeh. Ji 8 kesên ku piştî qedîna destgîrkirinê ya 8 rojan û şûnde ji Midûryeta Emniytê ya Bajar sewqî edliyeyê kirin 4 kes bi sûcên ‘endamên rêxistinê’ hatin girtin, 4  kes jî bi heman sûcî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Hevseroka dema berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zelal Onen, Mûstefa Işik, hevserokên navçeya Akdenîz û Torosan Munîr Guzel, Cabbar Karabey, endamên partiyê Zozan Îlgen, Rafîe Erkût, Serokê Komeleya Karkerên Bêewlekarî (GIY-DER) Abdulelam Kûtlû û aktivîsta TJA’yê Bêrîtan Onen piştî îfadeyên li emniyetê sewqî edliyeyê kirin.

Zelal Onen, Zozan Îlgen, Rafiye Erkûş û Abdulselma Kûtlû yên ku îfadeya wan li dozgeriyê girtin, sewqî 1’emîn Dadgeha Ceza ya Sulhê kirin, Mûstefa Işik, Munir Guzel, Cabbar Karabay û Bêrîtan Onen jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin.

Yên hatin destgîrkirin, axaftinên wan ên telefonê, daxuyaniyên çapemeniyê yên pêvajoya greva birçîbûnê ya sala 2019’an, tevlîbûna kampanya alîkariyê ya Navenda Giştî ya HDP’ê dema şewbê dayî destpêkirin, ji ‘endamtiya rêxistinê’ sûcdar kirin.

Endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Bêrîtan Onen, Mûstefa Işik, Cabar Karaybe û Munîh Guzel bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatin girtin, Zelal Onen, Zozan Îlgen, Rafiye Erkut û Abdulselam Kutlu jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.