TJA: Em biryarên faşîzan nas nakin

TJA’yê nerazîbûn nîşanî girtina çalakgerên xwe û girtina rêveberên MEBYA-DER’ê da û got, “Em van biryarên faşîzan ên li ser jinan nas nakin.”

TJA’yê nerazîbûn nîşanî operasyona qirkirina siyasî ya li dijî MEBYA-DER’ê da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de jin di serî de êrîşî hemû aliyên mûxalif hatiye kirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku rêveber û endamên MEBYA-DER’ê Ayşe Tûtmaz, Ayşe Çelîkbîlek û Hulya Varan bi kontrola edlî hatine berdan û Yuksel Almas jî hatiye girtin. TJA’yê diyar kir ku çalakgera wan Bêrîtan Onen jî duh hatiye girtin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku, “Em van biryarên faşîzan ên ku dewleta mêran li dijî me jinan pêk tîne, qebûl nakin. Em jin em ê li dijî destgîrkirin, girtin, şîddet, zext û polîtîkayên şerê taybet têbikoşin û dev ji xeta xwe ya azadiyê bernedin. Bijî berxwedana me jinan.”