Jinên HDP'yî bi jinên Filîstîn û Libnanî re onlîne axivîn

Jinên HDP'yî bi jinên Filistînî û Libnanî re civîneke onlîne kirin, bal kişandin ser xalên hevşib ên Kurdistanê û Filistînê.

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Endama Komîsyona Karê Derve ya HDP'ê Ayşe Berktay, berdevka Komîsyona Dîplomasiyê ya Jinan a HDP'ê Gulîstan Koçyîgît, Hevberdevdka Maseya Rojhilata Navîn a HDP'ê Tulay Hatîmogullari, Ji Komleya Jinên Ereb û Emel Ebû Eyşe û Nûnera Libnanê Abeer Ehmed re civîneke onlîne pêk anîn.

Başaran diyar kir rewşa cografyaya Kurdistanê û Filîstînê dişbe hev û got, ''Li Rojhilata Navîn bedena jinê bûye qadeke şer. Li Gimgimê bi teşhîrkirina bedena tazî ya Ekîn Wan, me hemûyan dît ku şerê berdest jin kirine hedefa xwe ya pêşî.''

Başaran her wiha bal kişande ser êrîşên li ser jinan, got girtîgeh kirine weke kampê lê komkirinê, tazî ser girtiyan seh dikin û êşkenceya zayendî li girtiyan dikin.

Ebû Eyşe ya Filistînî jî got şertên Kurdan û Filîstîniyan weke hev in, li gel vê, li gel hişmendiya serwer a mêr a li ser jinên Filistînî, li dijî rejîma Xazeyê û Şerîaya Rojava jî têdikoşin.

Di civînê de jinên filistînî peyama piştevaniyê dan, hate xwestin ku nexasim li Rojhilata Navîn hevkariyên dîrokî werin dîtin û jin bêyî vê dîrokê ji bîr bikin divê bi hev re tevbigerin.