Muhafizên Şoreşê li Tehranê xwepêşandan kirin
Bi hezaran endamên Mûhafizên Şoreşê ya Îranê ji bo nîşandana ku ew li dijî her cure gef û êrîşên ser welat amade ne, li Tehranê bi çekên giran û wesayîtên leşkerî xwepêşandan kirin.
Bi hezaran endamên Mûhafizên Şoreşê ya Îranê ji bo nîşandana ku ew li dijî her cure gef û êrîşên ser welat amade ne, li Tehranê bi çekên giran û wesayîtên leşkerî xwepêşandan kirin.
Milîsên Bassîj ên girêdayî paramîlîterên Mûhafizên Şoreşê, danê sibehê li kolanên paytextê meşek lidar xistin.
Meşa bi navê ‘Ber bi Qûdsê ve’ ku di medyayê de bi awayekî berfireh jî cih girt, yek ji meşa ku di van salên dawî kêm pêk hatiye.
Di xwepêşandanê de berpirsê Mûhafizên Şoreşê General Mûhammedreze Nahdî axivî û ev tişt gotin, “Sedema hemû bûyerên nexweş ên hatine serê Mislimanan, DYE’yê ye.”
Nahdî, diyar kir ku dijminê herî mezin ê Tehranê Îsraîl e û got, “Eger em karibin rejîma Siyonîst têk bibin û baregehên Emerîkayê ji herêmê derxin, wê yek ji pirsgirêka me ya herî mezin çareser bibe.”
General Hasan Hasanzedeh ji televizyona Îranê re axivî û behsa armanca xwepêşandanê kir. Hasanzedeh got, “Armanca me ya sereke destek dayîna Xeze û gelê Filîstînê ye.” Û her wiha got ku ew weke Bessîj li dijî her cure gef amade ne ku bersivê bidin.