TJK-E'yê banga xwedîderketina li Şengalê kir
TJK-E'yê bang kir ku di serî de jinên Kurd, gelê Kurd, raya giştî ya demokratîk û tevgerên jinan li Şeganlê xwedî derkevin.
TJK-E'yê bang kir ku di serî de jinên Kurd, gelê Kurd, raya giştî ya demokratîk û tevgerên jinan li Şeganlê xwedî derkevin.
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) li dijî gef û îhtîmala êrîşê ya hikûmeta Iraqê ya li ser Şengalê banga xwedîderketina li Şengalê kir.
TJK-E'yê fermanên beriya niha yên li ser Êzîdiyan, Fermana 72'an a bi destê DAÎŞ'ê ya li ser Şengalê bi bîr xist, têkilî êrîşên niha yên li ser Şengalê got, ''Êrîş niha bûye xwedî hêleke dî. Rêveberiya Xweser a Şengalê dibe hedef. Peymana ku mehên borî di navbeyna Bexda-Hewlêrê de hatî danîn lê di plana pişt û berfireh de dewleta Tirk jî di nav de ye, peymaeke ku hêzên navnetewî jî di nav de ne, bi vê çarçoweyê ye.''
TJK-E'yê diyar kir rêveberiya xweser a Şengalê ku bi berdêlên mezin hatiye avakirin nayê dîtin, tê ferzkirin ku hêzên asayîşê dewrî Iraqê bikin û got, ''Ev ferzkirin rê li fermanên nû vedike, êrîşên nû yên dagirkirinê dipejirîne û bang li êrîşên nû yê dagirkirinê dike.''
TJK-E'yê bang li hikûmeta Iraqê, hêzên siyasî yên herêma Kurdistanê û hêzên navnetewî kir ku vîna Şengalê nas bikin, bersiv bidin banga diyalogê ya rêveberiya Şengalê.
TJK-E'yê her wiha got, ''Dema xwedîderketina li Şengalê ye. Di serî de jinên Kurd, gelê Kurd, em bang li raya giştî ya demokratîk û tevgerên jinan dikin ku li vîna Şengalê xwedî derkevin.''