Kongreya Star Serhildana 12’ê Adarê silav kir

Kongreya Star Serhildana 12’ê Adarê silav kir û got: “Em banga yekîtiya ku ji bo pêkanîna Sûriyeyek xweser dikin.”

Koordînasyona Kongreya Star bi boneya salvegera 17`emîn a Serhildana 12`ê Adarê ku sala 2004`an çirûska wê ji bajarê Qamişlo ya herêma Cizîrê destpê kirî, daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir.

Koordînasyonê di destpêka daxuyaniya xwe de got: “Em bejna xwe li hemberî şehîdên Serhildana Qamişlo û hemû şehîdên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ditewînin.”

Di dewama daxuyaniyê de wiha tê gotin:

“Ew komployeke birêxistin kirîbû ku ji aliyê hejmareke Baasiyên şovenîst ên li Sûriyê û rejîmê yekser piştgirî daye. Bi wê yekê xwestin nasnameya Kurdî li Rojava û Sûriyê tune bikin û fitneyê di navbera Kurd, Ereb û pêkhateyên din de derxin. Lê belê ew bûyer bi lez veguherî serhildaneke gel a mezin li dijî komplogerên Baasî yên şovenîst. Wê serhildanê ruhê şovenîzmê yê rejîma Baasê li hemberî Kurdên Sûriyê û asta bandora rejîma Baasê ya Sûriyê û rejîma Tirk a li gel îmzekirina peymana Edeneyê, eşkere kir.

Lê belê îradeya gelê me û hêviyên wan ên azadiyê hişt ku li dijî zilmê serî hilde û çirûska serhildanê ji bajarê Qamişlo destpê kir û gehişt Kobanê, Efrîn, Şam û Helebê. Her wiha veguherî serhildana gelan a bi beşdariya hemû gelê Sûriyê û siyasetên ku armanc dikirin pêkhateyan ji hev dûr bixin, têk bir.

Wekî Koordînasyona Kongreya Star em soza xwe ya pêkanîna armancên şehîdan, nû dikin. Ew şehîdên ku di oxira azadî, demokrasî û mayîndekirina sîstema neteweya demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de xwe feda kirin, silav dikin. Xwîna şehîdên me li me ferz dikin ku bi qasî berpirsiyariyê bin û erkên ku di vê qonaxa hesas de ji me tên xwestin, pêk bînin. Divê em hewldanên xwe bikin yek da ku em bi taybet refa Kurdî û refa nîştimanî ya Sûriyê bi giştî bikin yek.

Em bang li hemû jinên Sûriyê dikin ku ji bo avakirina Sûriyeke pirreng, nenavendî û pêkanîna aramî û îstiqrarê li herêmê, hevgirtî bin.”