Jinan li Danîmarkayê konferans û mîtîng li dar xistin

Saziyên Kurd jî di nav de gelek saziyên cuda bi wesîleya 8'ê Adarê li Danîmarkayê konferans û mîtîng li dar xistin.

Li gelek bajarên Danîmarkayê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê panelek onlîne û konferansek hatin lidarxistin. Konferans ji aliyê Meclîsa Jinê ya Sêvê û 7 saziyên cuda ve hate kirin.

Konfearns wê li Parlamenta Danîmarkayê bihata lidarxistin, lê belê ji ber şewbê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat. Saziyên Danner, Magtanalyse Center, Afro Danish Collektiv, København Unge Feminister, Feministiskinitiativ i Danmark, Kvinder Går i Modstsnd, Enhedslisten Kvinde Udvalg jî di nav de bi beşdariya gelek saziyan konferans pêk hat.

Parlamentera Partiya Yekîtiyê ya Sor Rosa Lûnd, Parlamentera Partiya Çep a Radîkal Samîra Nawa û Parlamentera Partiya Konservatîve Bîrgîtte Bergman tevlî konferansê bûn. Di konferansê de tundiya li dijî jinê, qirkirina jinê hatin nirxandin. Nûnera Meclîsa Jinê ya Sêvê bal kişand ser aliyê polîtîk ê tundiya li dijî jinê.

Her wiha ragihand ku Tevgera Azadiyê ya Kurd di têkoşîna xwe ya 40 salî de di heman demê de ji bo azadiya jinê têdikoşe, Felsefeya Neteweya Demokratîk ji xwe re kiriye esas ku di vê felsefeyê de azadiya jinê yek ji hîmên bingehîn e.

Konferans bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.

Êvarê jî li kolana Nytor a li navenda bajêr mîtîngek hate lidarxistin.