17 jin bi şertê kontrola edlî hatin berdan-NÛ BÛ

Li Stenbolê 17 jinên ku bi hinceta tevlîbûna Meşa Şeva Femînîst hatîn destgîrkirin, bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Lêpirsîna dozgeriyê ya jinên ku bi hinceta berzkirina dirûşmeyên di Meşa Şeva Femînîst de berz kirîn hatîn desgîrkirin, bi dawî bû. Jin bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina ji derveyî welat hatin berdan.

17 jinên bi hinceta heqaret li Serokkomar kirine di Meşa Şeva Femînîst a di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li Stenbolê hatî lidarxistin de, şeva borî di serdegirtina malan de hatîn destgîrkirin, li Edliyeya Stenbolê îfadeyên wan hate girtin.

Jin bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina ji derveyî welat hatin berdan.

BEKTAŞ: LI SER DU JINAN LÊGERÎNA TAZÎ PÊKHAT

Li ser navê komîteya jinên serbest hatinî berdan Merve Bektaş li ber deriyê edliyê daxuyaniyek da û ragihand ku ji ber biryara destgîrkirinê ya ji dosyayekî din a derbarê hevalekî wan biryarê dirêjkirina rojekî din a destgîriyê hatiye dayîn.

Bektaş dazanîn ku wan roja 8’ê Adarê ji ber ku neçûne Karakoyê û li şûna wê xwestine biçin Meydana Taksîmê hatine destgîrkirin û wiha pêde çû: “Ya rast li vê derê tişta ku tê xwestin bê tawanbarkirin merasîma 8’ê Adarê û israra me ya Taksîmê ye.”

Bektaş balkişande ser ferzkirina lêgerîna tazî ya li ser du jinên destgîrkirî û wiha qala wê kir: “Bi saetan em tî û birçî hatin ragirtin. Piştî biryar hate eşkere kirin jî bendewariya me ya li hindur domkir. Encax li vê derê qerebalixa ku hûn dibînin ji bo me gelek tiştan îfade dike. Di rastiyê de em dizanin ku reng, deng û îsyana jinan ne bi hepsên malê û ne jî bi girtîgehan nikare were heps kirin. Ji vir û pêve jî emê sekna xwe ya bibiryar bidomînin, emê hem israra xwe ya Taksîmê û hem jî israra xwe ya jiyanê bidomînin. bijî 8’ê Adarê, bijî têkoşîna me.”