Meclîsa Jinan Şehîdên 12’ê Adarê bibîr anî

Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şehîdên serhildana 12’ê Adarê bibîr anî û got: “Em soz didin ku ji rêya berxwedan û têkoşînê ya şehîdan dernekevin.”

Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî Serhildana 12’ê Adarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û şehîdên serhildanê bi bîr anîn.

Daxuyanî wiha ye:

“Roja 12'ê Adarê salvegera 17'an a serhildana Qamişloyê ye ku têde zêdetirî 30 ciwan bi guleyan ji aliyê hêzên ewlehiya yên Sûriyê ve hatin kuştin û bi dehan kesên din di hemleyeke din a girtinê de li hemû bajarên Sûriyê, di zindanên rejîmê de hatin kuştin. Piştî wê serhildan li Qamişlo destpê kir û li tevahiya herêmên Kurdî û herêmên ku têde hene, belav bû. Ev serhildan bersiva sûcên rejîma Sûriyê yên çewisandin, zordestî û hewldana pişaftina neteweya Kurd û înkarkirina hebûna gelê Kurd e.

Li gel serkeftinên bêhempa ku gelê me li tevahiya astan de di şoreşa Rojava de bi dest xistiye heta ku bi navê şoreşa jinan hat naskirin, em vê rojê bibîr tînin. Di şoreşê de gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şerê terorê kir û ji cîhanê re îsbat kir ku ew gelên azadîxwaz in û demokrat in. Projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a ku li ser bingeha edaletê, wekheviyê û rêzdariya ji mafên mirovan re hatiye avakirin, yek ji berhemên Serhildana 12`ê Adarê ye ku bi rêya wê gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê mafên xwe yên rewa û nirxên wekheviyê û edaleta civakî parastin.

Bi navê Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di heman dema ku bi dehan şehîd û birîndaran bibîr tînin de, em soza berdwamkirina têkoşîn û serhildanê û rêya şehîdan didin. Em ji cîhanê re piştrast dikin ku serkeftina projeya me ya demokratîk rêya çareseriya siyasî û birina Sûriyê ber bi ewlehiyê ve û bidawîkirina dagirkeriya Tirk a li ser herêmên Sûriyê bi taybet Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û paqijkirina xaka me ji destdirêjiya zaliman e."