Li Katalonya, Bask û Spanyayê çalakiyên 8'ê Adarê

Li gelek bajarên Katalonya, Bask û Spanyayê ji bo 8'ê Adarê çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de Şoreşa Jinê ya Rojava hate silavkirin.

Bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li gelek herêm û bajarên Katalona, welatê Baskê û Spanyayê meş û çalakiyên girseyî hatin lidarxistin.

Di çalakiyan de bi taybetî yên li Katalonya û welatê Baskê têkoşîn û şoreşa jinên Kurd hate silavkirin.

Di vê çarçoveyê de li bajarê Bîlbao yê welatê Baskê pankart li ser pirê hate daliqandin.

Li bajarê Lleîda yê Katalonyayê poster bi dîwaran ve hatin kirin û li bajarê Barcelonayê hevkariya banka Espanya BBVA ya bi hikumeta AKP'ê re hate şermezarkirin.

Li bajarekî din ê Katalanan li Valencîayê govenda Kurdî hate gerandin.

Di çalakiyan de şoreşa jinê ya li Rojava hate silavkirin.