Rêxistinên jinan ên li Wanê li dijî komkujiya jinan bang kirin

Li Wanê tenê di nava mehekê de 8 jin hatin kuştin. Komeleyên jinan li dijî komkujiyên jinan bang kirin.

Li Tirkiyeyê tenê di sala 2020'î de 300 jin hatin kuştin. Kuştina jinan di sala 2021'ê de jî dewam dike. Yek ji bajarên ku jin herî zêde lê tên kuştin bajarê Wanê ye. Li bajêr tenê meha Sibatê 8 jin hatin kuştin. Li Wanê 2 komeleyên jinan hene ku li dijî komkujî û tundiya li jinê têdikoşin.

Aktîvîsta Komeleya Jinê ya Star Rojbîn Bor û aktîvîsta YAKA-KOP'ê Gulmay Gumuşhan têkildarî kuştina jinan ku zêde bûye ji ANF'ê re axivîn.

Aktîvîsta YAKA-KOP'ê Gulmay Gumuşhan got, "Cihê xemgîniyê ye ku kuştina jinê tenê di 8'ê Adarê de tê rojevê. Bi sedan sal in bi rengê herî tund xizanî, bêkarî, bêewlehî, şer, nijadperestî, paşverûtiyê û cihêkariya zayendî li ser me tê ferzkirin. Ji bo têkoşîna li dijî tundiyê beriya her tiştî divê polîtîkayên ku cihêkariya zayendîperestiya civakî ji holê radike, bikevin meriyetê."

Gulmay Gumuşhan destnîşan kir ku divê bi taybetî jinên tundiya fîzîkî li wan tê kirin hîn bi xurtî bên parastin û got, "Li Wanê tenê di nava mehekê de 8 jin hatin kuştin ku ev yek rewşa metirsîdar nîşan dide. Lewma divê qanûna 6284 bi cih bê anîn ku ji bo parastina jinan e."

BOR: ASTENGIYA LI PÊŞIYA TÊKOŞÎNA DIJÎ TUNDIYÊ, HÊZÊN DEWLETÊ YE

Rêvebera Komeleya Jinê ya Star a Wanê û aktîvîsta jinê Rojbîn Bor jî got, "Li Wanê tenê mehekê 7 jin hatin kuştin. Kuştina jinê zêde dibe û jinên ku serî li me didin dibêjin, 'ev zilam wê min bikuje'. Ji ber ku kujerên jinan dema ku amadekariyê ji bo kuştinê dikin dibêjin 'ez ê sê mehan girtî bimînim, piştre bêm berdan'. Li pêşiya têkoşîna li dijî tundiya li jinê astengiya herî mezin hêzên ewlekariyê yên dewletê ne. Komeleya Jinê ya Star ji ber vê pêwîstiyê ava bû. Di dema pandemiyê de tundiya li dijî jinê zêde bû."