Katî Pîrî: Dema jin biaxivin û bikevin tevgerê guherîn li Tirkiye gengaz e

Raportora berê ya Tirkiye û Katî Pîrî bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan a li Tirkiyeyê zêde dibe û diyar kir ku eger jin bikevin nava tevgerê xwe rêxistin bike û bikare bi komên din ên jin re bibe yek dikare Tirkiye neçarÎ çareseriyê bike.

Tevgera Jinên Kurd li Hollandayê di çerçeveya kampanya 100 sedem ji bo darizandina diktaror bi raportora berê ya Tirkiyeyê yê Parlementoya Ewropayê (PE) û Parlementera Holandayê Katî Pîrî re civiyan û Pîrî bersiva pirsê jinan da.

Ev demeke dirêj e ku tu têkoşîna gelê Kurd dişopînî, nemaze di dema wezîfeya xwe wek Raportorê Parlamentoya Ewropayê ya ji bo Tirkiyê de. Te gelek sûcên ku Tirkiyeyê li dijî gelê Kurd pêk anîne ragihandin. Di van salên dawî de sûcên Erdogan ên li dijî mirovahiyê gihîşt astên nû. We gelek caran bang li saziyên Ewropî kir ku bertek nîşan bidin, lê mixabin bersivek wek pêwîst nehat dayin. Li gorî we çima li hember wan kiryarên tawanê destdirêjiya sîstematîkî, kuştin, êşkence, dagirkirin, komkujî û zindankirina komî ya siyasetmedaran, ji saziyên Ewropî yên demokratîk, dewlet, siyasetmedar û heta medya re bertek tune?

Ez bi cidî bawer dikim ku Tirkiye, bêyî çareserkirina pirsgirêka Kurd, nikare bibe demokrasiyek rastîn. Gava ku min wekî raportera Tirkiyê yê Parlamentoya Ewropî destpê kir, danûstandinên aştiyê hîn jî berdewam bûn, hêvî hebû ku di dawiyê de çareseriyek aştiyane bê dîtin. Hilweşîna van guftûgoyan di 2015’an de, dilşikestinek mezin anî. Hem Parlamentoya Ewropa hem jî Konseya Ewropa gelek tawanên ku li dijî gelê Kurd hatine kirin bi belge kirine. Weke raportera Tirkiyê, min hertim girîngiyek taybetî daye rewşa hindikahiya Kurd. Kanûna 2015, hema piştî kuştina Tahir Elcî û dema qedexeya derketina kolanan a Sûrê berdewam dikir, min serdana Amedê kir ku bi gelên herêmê re û nûnerên hilbijartî re biaxifim. Min bi çavên xwe dît ku çawa di yek salekê de, bajar bi tevahî guherî û êşa ku mirov dikişand.

Ji wê demê ve rewş hîn bêtir xirab bû. Demokrasî li Tirkiyê bilez ber bi paşvemayînê ve diçe û di van rojan de heta ku gef heye ku partiya duyemîn a dijberiya Tirkiyê, HDP, were girtin. Ez bawer dikim ku divê hikûmetên neteweyî yên Yekîtiya Ewropî di derheqê binpêkirinên mafên mirovan li Tirkiyê zêdetir dengê xwe bikin. Ez ê li parlamentoya Hollandayê berdewam ji bo mafên demokratîk ên hemî welatiyên li Tirkiyeyê têbikoşim û banga serbestberdana hemî girtiyên siyasî yên Kurd bikim.

Tu çend caran li bajarên Kurdan geriya û bû şahidê siyaseta dewleta Tirk a li dijî Kurdan. Îro polîtîkaya tunekirinê ya dewleta Tirk a li dijî Kurdan gihaşt astekî herî bilind. Li gorî we êriş û siyaseta dewletê çawa giha vê asta dijwar û ev çiqasî bi bêdengiya Ewropa ve girêdayî ye?

Di seredana xwe ya dawîn a fermî ya Tirkiyê de, min serdana Mêrdîn jî kiriye, hingê min bi Hevaredar Ahmet Turk re hevdîtinek pêk anî. Wê çaxê dema ez di sala 2014'an de yekem car çûbûm, hingê rewşa herêmên Kurdan ji rewşa îro cuda bû. Îro rewş pir xerab e. Ji destê gelê Kurd wekîlên wan yên hilbijartî tên girtin û gel tê krîmînalîzekirin. Bi hezaran aktîvîstên HDP'ê yên aştîxwaz, ji ber sedemên siyasî di girtîgehê de ne. Bêdengiya YE di derbarê van tawanan de ne tiştek e ku were pejirandin. Sedemên wê gelek in; cudabûnek kûr di nav 27 welatên endam de li ser stratejiyek hevpar li hember Tirkiyê, dîsa girêdana bi Enqereyê re dema mijar dibe penaber û rewşa ku binpêkirinên mafên bingehîn ên niha li Tirkiyê diqewimin ewqas berfireh in ku kêmtir bal tê dayin ser rewşa Kurdan. Bi ya min, vana ne hincetin ku nepeyivin û tevnegerin. Dema ku serokê welatekî namzetê Yekîtiya Ewropa dijberên xwe yên siyasi heps bike, lazim e ku şermezarkirinek tund hebe. Di manîfestoya hilbijartinê ya partiya min de, em daxwaz dikin ku divê Hollanda çareserkirina pirsgirêka Kurd vegerîne asta jorê ya diyaloga siyasi ya YE bi Tirkiyê re.

Ji bo şikandina civakekî, pergalên zordar bi taybetî jinan dikin hedef. Dewleta Tirk bi dehan salan li dijî jinên Kurd bi taybetî polîtîkaya destavêtin, êşkence û kuştinê dimeşîne. Wekî ku hûn jî dizanin tevgera jinên Kurd li Ewropayê di 25'ê Mijdarê kampanyayek bi navê ‘100 sedemên darizandina dîktator’ da destpê kirin. Erdogan bi taybetî li dijî jinan, gelek sûcên dijî mirovahiyê kirye ku divê bibe sedema darizandina wî li dadgeha navneteweyî ya sûcên şer. Ji bo ev pêk were divê çi bê kirin û edalet pêk bê?

Ya ku me di demên berê de dît, ew e ku dema jinên li Tirkiyê biaxifin, guhertin gengaz e. Girîng e ku mirov bi kampanyayên aghdarkirinê, bi lobîkirina siyasetmedarên Ewropî, hem li PE û hem jî parlamentoyên neteweyî bidome. Ji bo rêxistinkirina hevgirtinê bi komên din ên jinan re bibin yek. Di dawiyê de wê neçar bibin ku guherînan li Tirkiye pêk bînin. Di wî warî de, me dît ku populerbûna AKP- Erdogan ber bi kêmbûnê ve diçe. Divê YE piştrast be ku ew piştgiriyê dide înîsiyatîfên jinan ên li Tirkiye yê, piştgiriyê dide civaka sivîl û polîtîkayên ku Erdogan xurt dike, neke. Divê em ne li gel yên ku demokrasiyê wêran dikin, lê li gel demokratên Tirkiyê bisekinin.

Tirkiye yek ji mezintirîn astengiyên li pêşiya aştiya Rojhilata Navîn e, êrîş û rola wan li Yewnanistan, Lîbya, Ermenistan û Sûriye, Rojava ber çav e. Di heman demê de gelek caran hat îspatkirin ku Tirkiye komên cîhadîst mîna DAÎS’ê sponsor û kontrol dike. Tirkiye Rojava dagir kir û li Efrînê li dijî Kurdên ku nekarin xwe xelas bikin siyaseta revandin, destavêtinê û kuştinê dimeşîne. Di vê nuqteyê de, Tirkiye di heman demê de gefê li ewlehiya Ewropa jî dixwe, berê jî gelek caran gef xwariye. Kampanya 100 sedemên darizandina diktator Erdogan ji ber polîtîkayên wî yên feminisîd ne tenê Kurdan, lê civaka Ewropa jî eleqedar dike.Hûn vê çawa dinirxînin?

Tirkiye siyasetek derve ya pir êrîşkar dimeşîne ku bi rastî dibe sedem ku di nava NATO û welatên YE de pirsgirêkên cidî û giran çêbin. Ez hêvî dikim ku digel Serokekî nû li Qesra Spî, DY û YE bi hev re bêtir zextê li Hikûmeta Tirkiyê bikin ji bo guherîna herikîna pêvajoyê. Aboriya Tirkiyeyê ji li Ewropayê ve girêdayî ye û ez bawer dikim ku divê em qerta aboriyê pir bi hêztir bilîzin. Zehmet e ku bi erênî bandorek li ser hikûmetek bê kirin ku bixwe nexwaze xwe nêzîkî YE'yê bike. Lê bi nîşankirina hêza xwe ya aborî, em dikarin bihayê windakirinê ji bo Erdogan giran bikin. Rast e ku kiryarên heyî yên Hikumeta Tirkî, ji bo Yekîtîya Ewropî jî metirsîyên cidî yên ewlekarî ne.