8'ê Adarê li Rûsyayê hate pîrozkirin

Jinên Kurd li navçeya Novo Aleksandrovskê ya herêma Stavropolê, bi wesîleya 8'ê Adarê çalakiyek li dar xistin.

Li herêma Stavropol a Rûsyayê, jinên Kurd li navçeya Novo Aleksandrovskê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê çalakiye lidar xistin. Çalakiya ku li mala Çandê ya navçeya Novo Aleksandrovskê pêk hat, bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Bi navê Meclîsa Jinê Hasret Bazoyevan axivî û diyar kir ku 8'ê Adarê bi taybetî ji bo têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd xwedî roleke girîng e. Hasret Bazoyevan 8'ê Adarê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, YJA Star, YPJ û tevahiya jinên Kurd pîroz kir.

Hevseroka Otonomiya Kurd Hûsyeîn Axmedov jî got, "Têkoşîna jinên Kurd ji bo tevahiya jinan mînak e. Em bi saya têkoşîna jinan a Tevgera Azadiyê ya Kurd gihîştin vê astê."

Pîrozbahî bi konsera hunermendên xwecihî dewam kir. Dengbêj Mihemed Rûstemov, Barî Aliyev, Evînar Bazoyev û Selîm Hasanov hunera xwe pêşkêş kirin û beşdarên pîrozbahiyê jî li ber stranên wan govend gerandin.