JIN
Hemû Nûçe
-
Talîbanê bi gaza bîberê êrişê xwepêşanderên jin kir
Talîbanê li hemberî jinên ku li paytexta Efganistan Kabolê bi daxwaza mafên xwe daketin kolanan gaza bîber bikar anî. -
Kongra Star civîna xwe ya salane li dar xist
Kongra Star di salvegera damezrandina xwe de li Qamişlo civîna xwe ya salane lidar dixe. Di civînê de hat tekezkirin ku wê jin civaka azad ava bikin. -
Li Afyonê jinek hat qetilkirin
Emsal Emîş ku li navçeya Emîrdagê dijiya ji aliyê Bayram Emîşê ku pê re zewicî bû hat qetilkirin. -
Rapora ji bo Tûglûk: Ji bo bikare bijî divê were berdan
Koma Piştewaniyê ya bi Aysel Tûglûk re derbarê pêvajoya hexweşiyê ya Tûglûk a êsîr tê girtin raporek weşand û got, “Ji bo bikare bijî û tendirustiya wê divê were berdan.” -
Jinên Mêrsînê: Qetilkirina jinan polîtîk e
Platforma Jinan a Mêrsînê destnîşan kir ku qetilkirina jinan polîtîk e û qetilkirina Raziye Oskay û Dîlara Yildizi protesto kir. -
Bertekên jinan li dijî zemên zêde: Xizanî tundiyê kûr dike
Platforma Jinên Çigli bertek nîşan zemên zêde dan û diyar kir ku zêdebûna zemê xizaniyê, xizanî jî tundiya li ser jinê kûr dike û got: “Bila zemên zêde paş de were kişandin û bila mûçe zêde bibe.“ -
Li Silopiyayê mirina biguman a jinekê
Li Silopiyayê jina bi navê Hanim Kûtlûk, li mala xwe bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest da. -
Akademîsyena Fransî-Îranê Farîba Adelkhah li Îranê careke din hate girtin
Antropologa Fransî-Îranî Farîba Adelkhah li Îranê careke din hate girtin. Li gorî daxuyaniya komîteya piştgiriyê ya li Parîsê, girtina Adelkhah wê 'baweriya' navbera herdu welatan kêm bike. -
Li Wanê mirina biguman a jinekê
Li Wanê jina bi navê Erîşan Kûran (32) bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. -
Li Hindistanê kampanya dijminatiya li jinên Misilman
Hindistan vê hefteyê li ser înternetê bi kampanyeyeke metirsîdar a îslamofobî hejiya. Di bernameyeke înternetê de jin ji bo firotinê hatin pêşkêşkirin. Polîsan gumanbarên destpêkê girtin. -
Girtiyên jin: Em ê bi têkoşîn û berxwedanê hesab bipirsin
Girtiyên jin dan zanîn ku di girtîgehan de hiqûqa dijminî tê pêkanîn û her ku diçe zêdetir dibe û peyama berxwedanê dan. Girtiyan banga mezinkirina berxwedanê li yên derve kirin. -
Jinên Kurd ên li Rûsyayê şehîdên komkujiya Parîsê bi bîr anîn
Jinên Kurd ên li Rûsyayê bi daxuyaniyekê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên beriya 9 salan li Parîsê hatin qetilkirin, bi bîr anîn. -
'Soza me ya ji bo wan berxwedan û têkoşîne'
Jinan Sakîne Cansiz û hevrêyên wê bi çalakiyên hem wext li sê navçeyên Stenbolê bi bîr anîn û destnîşan kirin ku mîrateya Sakîneyan dewr girtine. -
Sakîne Cansiz li Dersimê hate bîranîn: Hûn ê hesab bidin jinan
Ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz ku 9'ê Çileya 2013'an li paytexta Fransa Parîsê hate qetilkirin, li Dersimê li ser gora xwe hate bîranîn. -
Sê şoreşgerên li Parîsê hatin qetilkirin, li Sydneyê hatin bîranîn
Sê jinên Kurd ên şoreşger ku beriya neh salan li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, li bajarê Sydney ê Awûstralyayê bi çalakiyekê hatin bîranîn. -
KBDH'ê şoreşgerên li Silopiya, Stenbol û Parîsê hatin qetilkirin, bi bîr anî
Konseya Giştî ya Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Jinan (KBDH) şoreşgerên jin ên li Stenbol, Silopiya û Parîsê hatin qetilkirin bi bîr anî û got, "Em ê nemiran bi çalakiyên xwe bi bîr bînin." -
Komeleya RAWA 'Xelata Sakîne Cansiz' spasiya jinên Kurd kir
Saziya jinên Efgan RAWA ji ber diyariya 'Xelata Sakîne Cansiz' spasiya jinên Kurd kir û got, "Em ji bîr nakin ku di rewşekê de ku cîhanê Efganistan û jinên Efgan ji bîr kiriye, hûn li kêleka me sekinîne." -
'Sakîne Cansiz sembola jinan hemûyan e'
Necah Gulo bi wesîleya salvegera Komkujiya Parîsê destnîşan kir ku wê li pey doza şehîdan bin û tola hemûyan hilînin. -
Li kolanên Frankfûrtê afîşên 'em edaletê dixwazin'
Jinan li kolanên Frankfûrtê afîş daliqandin, bal kişandin ser Komkujiya Parîsê û gotin, "Bila ev şerm bi dawî bibe, edalet bi cih were." -
Şehîdên Parîsê li Silêmaniyê hatin bîranîn
Li Silêmaniyê bi merasîmekê sê jinên şoreşger ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şeylemez ên li Parîsê hatin şehîd kirin hatin bîranîn. -
Jinên Elewî: Em ê Komkujiya Parîs, Silopî û jêrzemînên Cizîrê ji bîr nekin
Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk bi boneya Komkujiya Parîsê daxuyanek nivîskî weşand û got: “Em ê cihê xwe ligel mezlûman bigrin û li dijî zaliman jî rawestin.“ -
TJA: Komkujî li dijî hewldana aştî û demokrasiyê pêk hat
TJA’yê bi daxuyaniyek nivîskî 6 jinên siyasetmedar bibîranî û got:“Ev komkujî li dijî hewildana aştî û demokrasiyê pêk hat." -
Komîsyona Jinan ya KNK’ê: Jinên Kurd wê Komkujiya Parîsê ji bîr nekin
Komîsyona Jinan ya KNK’ê bi daxuyaniyek nivîskî jinên şoreşger yên li Parîsê hatine qetilkirin bi bîr anî û got: "Heya xeyalên wan pêk bê em ê jî di şopa wan de bimeşîn û tekoşînê bilind bikin.” -
YJA Star: Bi Sarabûnê em ê bersivê bidin dijmin
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê: Bi baweriya azadiyê ya ku Sarayan di dilê me de çandine, em ê xwedî li nirxên jiyanê derkevin û tolê ji dijmin bistînin. -
Di rojnivîskên gerîlayan de Sakîne Cansiz
Yek ji fermandara YJA Starê di rojnivîska xwe de qala pêşenga tevgera azadiyê ya jinan Sakîne Cansiz dike û dibêje ‘Çend jin hene ku hê dema dijiyan bûne efsane? Çend jin hene ku jiyana wan her dem şer e?”