TJA: Komkujî li dijî hewldana aştî û demokrasiyê pêk hat

TJA’yê bi daxuyaniyek nivîskî 6 jinên siyasetmedar bibîranî û got:“Ev komkujî li dijî hewildana aştî û demokrasiyê pêk hat."

Tevgera Jinên Azad (TJA), ji bo Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileyê ya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin û ji bo Sêvê Demir, Pakize Nayir û Fatma Uyar ên di 4'ê Çileyê ya 2016'an de li Silopiyê hatin qetilkirin de daxuyaniya nivîskî weşand. TJA'yê da zanîn ku ew têkoşîna 6 jinên Kurd ên siyasetmedar û têkoşer bi bawerî û rêzdarî bi bîr tînin.

‘TEKOŞÎNA JINÊ HEDEF HATE GIRTIN‘

TJA'yê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku ew ê bi rêxistinbûyina xwe li dijî komkujiyan bibe bersiv û her wiha da zanîn sîstema desthilatdar a mêr her tim li dijî jinê û nirxên jinê bi polîtîkayên şer ên taybet şer kiriye. TJA'yê got:"Di 9'ê Çileyê ya 2013'an de bi hevkariya netew dewletan, bi hêzên îstixbaratê yên navneteweyî re û bi kişandina tetîkê ya MÎT'ê êrîşa li ser jinên siyasetmedar wekî perçeyekî şerê taybet ketiye meriyetê. Bi vê komkujiyê têkoşîna jinê, pêşengiya jinê, dîplomasî, ciwan hedef hatine girtin û tevî ku ji ser 9 sal derbas bûne jî hîn ronî nebûye."

 Bi domdarî TJA'yê wiha got:

"Komkujiya ku piştî hevdîtinên muzakereyê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku jiyana hevpar a di çarçoveya gelên demokratîk a li dijî şer de diparêze û hevdîtina parêzera wî Ayla Akat Ata û Ahmet Turk a di 3'yê Çileya 2013'an de pêk hat di heman demê de li dijî hewildana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo aştî û demokrasiya gelan e. Bêyî ku darizandineke adîlane pêk bê Omer Guney bi awayekî bi guman mir. Ev jî tê wateya girtina ser komkujiyê. Qetilkirina 3 jinên siyasetmedar Sêvê Demir, Pakize Nayir û Fatma Uyar a di 4'ê Çileyê ya 2016'an de berdewamiya xistina meriyetê ya mekanika dijminatiya li dijî jinê ye."

DÊ SEDSALA 21’AN BIBE SEDSALA AZADIYA JINÊ

Heta desthilatdariya mêr a ku dixwaze li gor xwe Kurd û jinê ava bike serobina nebe dê têkoşîna azadiya gel û jinan negihêje serkeftinê. Wekî TJA'yê li dijî dîroka serfiraziya mêr a li ser me tê ferzkirin em ê dîroka azadî û serhildanê ya jinê esas bigire û em ê wateya dîroka xwe ji siberojê re ragihînin. Di şexsê Sakine Cansiz, Fidan Dogan, Leyla Şaylemez, Sêvê Demir, Pakize Nayir û Fatma Uyar de em têkoşînê didin û em hemû hevalên xwe yên jin ên jiyana xwe ji dest dane wekî kevirê mîhengê yê dîrokê dibînin. Bi hêz û baweriya em ji têkoşîna her 6 jinên Kurd ên siyasetmedar digirin em xwe bi rêxistin dikin û dê sedsala 21'emîn bibe sedsala azadiya jinê."