'Sakîne Cansiz sembola jinan hemûyan e'

Necah Gulo bi wesîleya salvegera Komkujiya Parîsê destnîşan kir ku wê li pey doza şehîdan bin û tola hemûyan hilînin.

Ji malbata welatparêz a Rojavayê Kurdistanê dayika şehîdan Necah Gulo, ku gelek caran Sakîne Cansiz dît, di salvegera 9'emîn a Komkujiya Parîsê de ji ANF'ê re li ser mijarê axivî.

Necah Gulo destpêkê di şexsê Sakîne Cansiz de şehîdên doza azadiyê bi bîr anî û komploya li dijî Sakîne Cansiz û hevalên wê şermezar kir. Necah Gulo destnîşan kir ku heta darizandina kujeran û bicihanîna edaletê wê li pey vê dozê bin.

Necah Gulo diyar kir ku keça Dersimê Sakîne Cansiz piştî salên 1990'î derbasî Rojavayê Kurdistanê bû, li vê derê bi giranî karên jinan dikir û got, "Wê demê ez nû tevlî karên civakê bûbûm. Piştî ku fikrê Rêber Ocalan belav bû, jin hîn bêhtir tevlî nava tevgera azadiyê bûn. Hatina Sakîne Cansiz li Rojava hêz û moral da jinan. Ji aiyê perwerdekirina jinê ve jî rola Sakîne Cansiz gelekî zêde bû."

Necah Gulo qala hevdîtina duyemîn a bi Sakîne Cansiz re kir û got, "Cara duyemîn meha Kanûna 1997'an li kampê min Sakîne Cansiz dît. Wê demê Rêber Ocalan her kes li kampê kom kir û li ser nêzîkatiyên zilam, her wiha xwebirêxistinkirin, perwerdekirin û naskirina jinê diaxivî. Rêber Ocalan wê demê ji Sakîne Cansiz û hin kesên din pirtûkek li ser jinê û berxwedanê xwest. Sakîne Cansiz bi sekna xwe ya li zindanê, ruhekî berxwedêr ji bo jinan hemûyan ava kiribû. Lewma hevrêya Rêber Ocalan bû, xwedî dîrokeke berxwedêr û sekneke bi heybet bû."

Necah Gulo berxwedana Sakîne Cansiz a li çiyê, rola wê ya di karên siyasî de bi bîr xist û got, "Kes jê nedişikiya. Bi rêya sekn û fikra xwe mirov perwerde dikir. Şehîd Sakîne ne tenê sembola jinên Kurd e, ew sembola jinên tevahiya cîhanê ye."

Necah Gulo destnîşan kir ku di şexsê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de hewl hate dayin ku jin hemû bêne qetilkirin û got, "Tevî ku li cihekî weke Fransayê hatin qetilkirin jî kujer hînê nehatiye darizandin. Li aliyê din dewleta Tirk rojane êriş dike. Li zindanan jî rojane êrişî jinan dike. Ev kiryar hemû nêzîkatiya qirêj a dewleta Tirk li hemberî gelê urd nîşan dide."

Necah Gulo di dawiya axaftina xwe de got, "Dewleta Tirk bi şehîdxistina Sakîne Cansiz re nîşan da ku ji jinên Kurd dititrse. Ev kiryar hemû li pêş çavên tevahiya cîhanê hate kirin. Lê rojekê jî kesekî dengê xwe ji bo vê mijarê nekiriye."

Necah Gulo bi wesîleya salvegera Komkujiya Parîsê destnîşan kir ku wê li pey doza şehîdan bin û tola hemûyan hilînin.