Jinên Kurd ên li Rûsyayê şehîdên komkujiya Parîsê bi bîr anîn

Jinên Kurd ên li Rûsyayê bi daxuyaniyekê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên beriya 9 salan li Parîsê hatin qetilkirin, bi bîr anîn.

Şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên 9'ê Çileya 2013'an li paytexta Fransa Parîsê bi rengekî hovane hatin qetilkirin, li paytexta Rûsya Moskowayê ji aliyê jinan ve hatin bîranîn.

Bi vê armancê Seroka Organîzasyona Jinên Kurd a Rûsyayê Cûliyeta Aram daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Beriya niha bi 9 salan şoreşgera mezin Sakîne Cansiz, hevalên me Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez û beriya 6 salan jî li Silopiyayê Pakîze Nayir, Sêvê Demîr û Fatma Ûyar hatin şehîdxistin. Em van hevalên xwe yên jin bi rêz û minet bi bîrtînin.

Di bingeha jiyana me de jî nirxên bingehîn ên ku şehîdan afirandine hene. Tevgera Azadiyê partiya şehîdan e. Belkî jî bi qasî di dîroka ti tevgerê de nayê dîtin, di dîroka partiya me de, di wateya bilindbûnê de em xwedî diyardeyeke şehîdan in. Îro yên ku rêya me ronî dikin û di ser nirxên ku afirandine de dikin ku em xwe didin têkoşîna xwe. 

Rast fêmkirina diyardeya şehîd, bi hişmendiya kûr a vê rastiyê ve tevgerîn ji bo her kurdekî azadîxwaz bûye rêyekî xilasbûnê û jiyanekî bi wate. Mirov bikaribe wateya vê rastiyê bi hemû aliyên wê ve fêm bike; tê wê wateyê ku pêşketina têkoşîna me ya jiyana azad a ku îro girseyî bûye jî mirov baştir fêm bike. Fêmkirina şehîdan, gihîştina armancên wan û li gor armancên wan dayîna têkoşînê; rêya serfiraziyê bi hemû aliyan ve ronî dike. Îro dema em di rêya ku di encama fedakariyên mezin ên şehîdên me de vebûye de dimeşin, layiqî wan bûn û li gor felsefeya jiyanê ya ku wan ava kirine xwe tevlîkirin deynê stûyê me ye.

Dewleta netewe ya ku bi pêşengiya AKP û MHP’ê faşîzmê dike pergal û ji bo ku gelê Kurd nebe hebûneke xwedî nasnameya azad şerekî xedar dimeşîne. Rastiya di binê êrişkariya Erdogan û Bahçelî de ev e ku naxwaze Kurd nasnameya xwe bi awayekî azad bijî. Dewleta TC ya faşîst bi êrişên xwe yên berfireh tesfiyekirina Têkoşîna Azadiya Jinên Kurdistanê ya ku li pêşberî kiryarên xwe yên mêtingerî asteng dibîne dike armanc. Ji ber vê bi rêbazên şer ên dermirovî û qirêj ên di dîrokê de weke wê nehatiye dîtin, êriş dike.

Em wek jinên Kurd îro careke din di kesayetiya şehîdên meha Çileyê de hemû şehîdên Tevgera Azadiyê ya Kurd bi bîr tînin, em dibêjin em ê bersiva van lehengan bi ruh û sekneke xurt bidin. Bi dirûşma 'Dem dema Azadiyê ye' bibin şopdarê rast a şehîdan û Rêber Apo!"