Li kolanên Frankfûrtê afîşên 'em edaletê dixwazin'

Jinan li kolanên Frankfûrtê afîş daliqandin, bal kişandin ser Komkujiya Parîsê û gotin, "Bila ev şerm bi dawî bibe, edalet bi cih were."

Li bajarê Frankfûrtê yê Elmanyayê, Meclîsa Jinê ya Amara û Însiyatîfa Women Defend Rojava, ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin, li kolanên herî qelebalix afîş daliqandin, navê sê şoreşan li kolanan kirin û xwestin ku komkujî bê ronîkirin.

Navê 'Leyla Şaylemez, Sakîne Cansiz û Fîdan Dogan' li gelek kolanên li navenda bajarê Frankfûrtê hate kirin.

Her wiha bi nivîsa "Heta ku edalet di tarîtiyê de bimîne, Fransa sûcdar e" afîş hatin daliqandin û hate ragihandin ku li Fransayê edalet nemaye.