Rapora ji bo Tûglûk: Ji bo bikare bijî divê were berdan

Koma Piştewaniyê ya bi Aysel Tûglûk re derbarê pêvajoya hexweşiyê ya Tûglûk a êsîr tê girtin raporek weşand û got, “Ji bo bikare bijî û tendirustiya wê divê were berdan.”

Koma Piştevaniyê ya ji bo Aysel Tûglûkê, têkildarî berdan û mafê tedawîkirina Cîgira Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Aysel Tûglûk ku ji 28'ê Kanûna 2016'an ve girtiye, raporek weşand. Di rapora bi sernavê "Ji bo karibe bijî wê berdin" de tiştên di dema merasîma cenazeyê dayika Tûglûkê de qewimîn, raporên Tûglûkê, pêvajoya hiqûqî û tibî ya Tûglûkê hemû hatine destnîşankirin.

Di raporê de pêşî behsa pêvajoya girtina Tûglûkê hatiye kirin û 10 sal cezayê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" lê hatiye birîn. Di raporê de hatiye bibîrxistin ku Dadgeha Îstinafê û Dadgeha Bilind cezayê li Tûglûkê hatiye birîn pesend kirine û piştî vê Tûglûkê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) daye û hê jî li benda biryara AYM'ê ye.

PÊVAJOYA NEXWEŞIYÊ

Di raporê de ji bo pêvajoya tibî ya têkildarî tenduristiya Aysel Tûglûkê de jî hatiye diyarkirin ku Midûriyeta Saziya Ceza û Înfazê ya Kocaeliyê ya Jimare 1 a Tîpa F'yê di 22'yê Adara 2021'ê de nivîsek ji Serokatiya Daîreya Tiba Edlî ya Fakulteya Tibê ya Kocaeliyê re şandiye û bê ka divê înfaza Tûglûkê bê taloqkirin an na. Di raporê de hatiye destnîşan kirin ku Serokatiya Daîreya Tiba Edlî ya Zanîngeha Kocaeliyê di rapora xwe ya bi dîroka 12'ê Tîrmeha 2021'ê de diyar kiriye ku ji ber nexweşîna demansê lê peyda bûye û ev nexweşîneke kronîk e, dê nikaribe bi tena serê xwe di girtîgehê de bimîne, lewma divê înfaza wê bê taloqkirin.

Di raporê de hatiye bilêvkirin ku piştî vê raporê hem îdareya girtîgehê hem jî parêzerên Tûglûkê xwestin Tûglûk sewqî Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê (ATK) bê kirin.

Di raporê de hatiye bilêvkirin ku Desteya Îhtisasê ya 3'yan a Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê di 3'yê Îlona 2021'ê de raporek amade kiriye û gotiye Tûglûk dikare di girtîgehê de jiyana xwe bidomîne û Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê jî rapora Desteya Îhtisasê ya 3'yan a Tiba Edlî esas girtiye û daxwaza ji bo taloqkirina înfazê red kiriye.

‘DIVÊ TÛGLÛK SEWQÎ SAZİYEKE TENDURİSTİYÊ YA SERBİXWE BÊ KİRİN’

Di raporê de hatiye destnîşankirin ku Nûnertiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) a Stenbolê, rapora Serokatiya Desteya Tibê ya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Kocaeliyê û rapora Desteya Îhtisasê ya 3'yan a Serokatiya Desteya Tiba Edlî dane ber hev û tê de nakokî dîtine û ji ber vê diyar kiriye ku Tûglûkê sewqî saziyeke tenduristiyê ya serbixwe bê kirin û ji bo îtirazê serî li Desteya Bilind a Saziya Tiba Edlî daye û lê belê ATK'ê hê jî bersiv nedaye serlêdanê.

Di beşa peyman û danezanan a raporê de jî biryara Neteweyên Yekbûyî (NY) a "Tevahiya Pîvanên Ji Bo Parastina Kesên Girtî", "Danezana Mafên Nexweşan a Lîzbonê ya Yekîtiya Bijîşkên Cîhanê" (1981), Xala 7'an a Danezana Tokyoyê ya Yekîtiya Bijîlkên Cîhanê", "Xala 3'yan a Qedexeya Îşkenceyê ya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê" û biryara DMME'yê ya di 5'ê Adara 2013'an de ji bu Gulay Çetînê daye cih girtiye.

Di raporê de daxuyaniya 26'ê Cotmeha 2020'î ya Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) jî hatiye dayin ku ÎHD'ê di vê daxuyaniya xwe de diyar kiribû ku ji destpêka 2017'an heya niha 89 girtî ji ber nexweşînêng iran jiyana xwe ji dest dane û xala 16'an a Qanûna Înfazê ya ku di 24'ê Çileya 2013'an de hatiye guherandin mafê taloqkirina înfazê ya girtiyên nexweş hatiye astengkirin û ev titş hatine gotin: "Saziya Tiba Edlî, bi biryarên xwe helwesteke siyasî dide der û raporên nexweşxaneyan qebûl nake."

‘DİVÊ ÎNFAZA WÊ BÊ TALOQKİRİN’

Di beşa encamê ya raporê de jî hatiye diyarkirin ku berdana Tûglûkê divêtiyeke mirovahiyê ye û ev tişt hatine gotin: "Aysel Tûglûk, ji ber binpêkirina azadiya fikr û ramanê di girtîgehê de ye. Rapora Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Kocaeliyê, destnîşan dike ku Tûglûk nikare di şert û mercên girtîgehê de jiyana xwe bidomîne û divê înfaza wê bê taloqkirin. Tûglûk, bi tena serê xwe nikare pêdiviyên xwe yên rojane pêk bîne. Berdana Tûglûkê û li derve tedawîkirina wê tenê ne divêtiyeke peymanên navenetweyî ye, divêtiyeke mriovahiyê ye jî."

Di raporê de derheqê Tûglûkê de ev agahî hatine parevkirin: "Siyasetmedara Kurd Aysel Tûglûk di 1965'an de li Xarpêtê çêbûye. Fakuletya Hiqûqê ya Stenbolê kuta kiriye. Di 2007-2009-2011-2015'an de nêzî 6 sal û nîvan li Meclîsa Tirkiyeyê parlementerî kiriye. Tûglûk bi nasnameya xwe ya hiqûqnasiyê û parêzvana mafên mirovan jî berbiçav e. Her wiha keseke rewşenbîr e, tevkariya wê ji bo aştiyê heye û di tevgera gelê Kurd û jina Kurd de naveke berbiçav e. Hevserokatiya Partiya Civaka Demokratîk (DTP) kiriye.