Li Hindistanê kampanya dijminatiya li jinên Misilman

Hindistan vê hefteyê li ser înternetê bi kampanyeyeke metirsîdar a îslamofobî hejiya. Di bernameyeke înternetê de jin ji bo firotinê hatin pêşkêşkirin. Polîsan gumanbarên destpêkê girtin.

Li malpera înternetê ya bi navê Bulli Bai wêneyên 100 jinên Misilman hatin weşandin û pêşkêşî firotinê hatin kirin. Malper hate girtin.

Hate ragihandin ku bi rêya vê bernameyê hate xwestin, jinên Misilman ên naskirî bên biçûkxistin. Ji xwe gelek ji jinên ku wêneyên wan hatin weşandin aktîvîst, parêzer, pîlot û rojnamevan bûn.

Ji rojnamevanên ku bû hedef Sayema Rahman got, "Em bi navê yên bindest diaxivin, li dijî bêedaletiyê têdikoşin. Ev yek kampanyeyek ji bo bêdengkirina me ye."

HIKUMET TEŞWÎQ DIKE

Jin ne cara yekê ye ku dibin hedefa êrişeke bi vî rengî. Meha Tîrmehê heman sîstem li dijî 80 jinan hatibû bikaranîn. Vê carê jî bernameya bi navê Sulli Deals hatibû bikaranîn. Tevî ku gilî hate kirin jî yên ku ketin nava hewldaneke wiha nehatibûn tespîtkirin û destgîrkirin.

Misilman nerazîbûnê nîşan didin ku li Hindistanê bi têrkerî li dijî îslamofobî têkoşîn nayê meşandin û polîs û rayedar bi xweşbînî nêzî hewldanên bi vî rengî dibin. Neteweperestên Hîndû weke berpirsyarên van êrişan têne dîtin. Ji ber polîtîkaya bêcezahiştinê jî êriş dubare dibin.