Girtiyên jin: Em ê bi têkoşîn û berxwedanê hesab bipirsin

Girtiyên jin dan zanîn ku di girtîgehan de hiqûqa dijminî tê pêkanîn û her ku diçe zêdetir dibe û peyama berxwedanê dan. Girtiyan banga mezinkirina berxwedanê li yên derve kirin.

Di daxuyaniya li ser navê girtiyên jin de hat diyarkirin ku hiqûqa dijmin a desthilatdariya AKP-MHP’ê li girtîgehan girantir bûye û hat gotin, “Em ê bi berxwedanê bersivê bidin.”

Girtiyan bi silavkirina çalakiya malbatan bang li gel kirin ku berxwedanê mezin bikin.

Di daxuyaniyê de bal hatiye kişandin li ser şert û mercên Kurdistanê ango polîtîkayên înkar û îmhayê yên li hemberî Kurdan û hatiye gotin ku li hemberî wan polîtîkayan bi ziman, çand, hebûna biyolojîkî, siyasî, civakî û hiquqî ya bi berxwedaniyeke bê eman bi dest xistî ango di hemû qadan de bi hemû tiştên xwe bi qirkirinê re rû bi rû maye, di diyalektîka di navbera bûyîn û tinebûnê de hebûna xwe avakiriye.

‘RÊBER APO Û GIRTIYÊN DIN DI NAVA BERXWEDANEKE MEZIN DE NE’

Di beşek din a daxuyaniyê de her wiha îşaret veguherîna hemû girtîgehan wek girtîgeha Amedê û hatiye gotin ku rû bi rû mayina bi 12’ê Îlonê û girtîgeha Amedê re hin kesên ku di bin navê helalîxwestinê li holê digerin veguherîna hemû girtîgehan wek girîgeha Amedê ji nedîtî ve tên. Daxuyanî wiha didome; “Em girtî ji bo ku tecrîda li Îmraliyê û encamên tecrîdê ji bo derve biqîrin û bidin fêmkirin, me gelek çalakî li dar xistin. Polîtîkayên tecrîdê yên li Îmraliyê di şexsê Rêber Apo de îro bûne pergala bingehîn a dewletê. Ev zîhniyeta tecrîdê çawa ku li hemû girtîgehan yek bi yek hatiye ferzkirin veguheriye zîhniyeta dewletê. Êdî bi polîtîkayên tecrîdê dest bi rêvebirina dewlet, gel û civakê hat kirin. Çawa ku Rêber Apo 23 sal in li dijî vê yekê li ber xwe dide û şerê zîhniyetê ya ku polîtîkayên tecrîdê pûç dike birêve biriye. Her kes ji aliyê rêveber û gardiyanên girtîgehê ve dihat birêvebirin. Her der girtîgeh e, her kes girtî ye. Rêber Apo hem di pratîkê de hem jî li ser esasê zîhniyetê bi salan e li hemberî vê di nava berxwedaneke mezin de ye.”

Di dewama daxuyaniyê de bal hat kişandin li ser berxwedana Halîl Guneş, Abdurrezak Şûyûr û Garîbe Gezer û hat gotin ku berxwedana wan mînakên berxwedana mezin e.

‘DIVÊ JIN VÊ RIZANDINÊ BIDE SEKINANDIN’

Beşekî din a daxuyaniya girtiyên jin îşaret bi rola jinan ya li hemberî polîtîkayên dewleta Tirk a li ser girtî û civakê birêve dibe dike û dibêje; “Heval Garîbe Gezer mînakeke ku di rastiya Kurdan de eraf tune ye. Ji destgîrkirinê heta girtinê her tim rastî êşkence, zext û tecawizê hatiye. Rûyê herî xirab ê faşîzmê rizîna exlaqî ye. Îro rizîbûna exlaqî gihiştiye astekî ku di hemû çerxên pergalê de nayê veşartin. Qurbaniyên wê zarok û jin bûn. Kirêtiya zîhniyeta zilamsalarî bi komkujiyên jinan di pêşbaziya xurtkirina hêza xwe de ye. Hevala Garîbe hem li hemberî vê zîhniyetê şer kiriye hem jî bûye qurbanî. Di dîlgirtinê de bi tenê ma. Lê divê jin bi hev re dawî li vê fesad, bêexlaqî û îşkenceyê bînin. Di van şert û mercan de rêhevalên me 28-29 sal in li ber xwe didin. Tu carî dev jê bernedan, wê dev jê bernedin jî. Dema ewqas sal tê gotin û nivîsandin bi hêsanî tê ser ziman, lê ev jiyaneke ku bi rengê girtî tê derbaskirin e. Ne salek, du sal, pênc sal û deh sal, 29-30 sal, yanî emrekê di bin êşkence, çewsandinê de, teslîm nebûn hêsan e? Na. Ev berxwedanek e ku mirovên ku li derveyî esaretê nejiyane, nikarin xeyal jî bikin. Di qanûn/pakêtên ku dem bi dem ji aliyê AKP-MHP û hikûmeta çete ve tên derxistin de, serbestberdana bi şert, şert û mercên cezakirinê û 3-5 sal kêmkirina cezayê hene. Di derbarê nexweş û pîran de qanûn hene. Zagon hene ku kesê ku bi rêziknameyên ku her du salan carekê tên vesakirin sedsal ceza lê tê birîn dikare herî zêde 5 sal li girtîgehê bimîne û derkeve. Lê belê ev hemû qanûn ji bo kesên ku ji ber sedemên wek gendelî, kuştin, destavêtin, çete, fuhûş û wekî din li hundir bûn, hatin çêkirin. Bi gotineke din, ew qanûn in ku armanca wan paqijkirina bermahiyên pergala xwe, çerxên xwe ne. Lê zindan bi zêdetirî deh hezaran girtiyên siyasî tije bûne, çawa ku ti girtiyek siyasî nikare sûdê ji van qanûnan werbigire û biryarên berdanê yên ku ji aliyê dadgehan ve bi ferzkirina poşmanî û îtîrafê bi qanûna înfazê ya herî dawî hatine girtin, bi biryara rêveberiya girtîgehê ve hatine betalkirin. Bi awayekî zelaltir, kesê ku cezayê muebetê lê tê birîn, eger siyasetmedar be 36 sal tê cezakirin. Ji aliyê qanûnî ve divê ji 36 salan 30 sal ceza bike, lê bi qanûna nû ya înfazê re mudûr, mamoste, psîkolog, teknîsyen, mela û dozger li girtîgehan di bin navê heyetê de kom dibin û ji girtiyan dipirsin ka poşman e yan na, gelo ew ê piştî 30 salan biçe qawîşeke serbixwe û îtirafkariyê bike yan na. Girtiyê ku vê yekê qebûl nake û bertek nîşan dide, tevî ku cezayê ku ji aliyê dadgehê ve hatiye dayîn bi dawî bûye jî nayê berdan. Yanî piştî 30 salan em bi 6 salên mayî re tên gefkirin. Dadgerê înfazê bersiv da hevalên me yên ku li dijî biryara ku desteya serbestbedana bi kontrol yan jî mudûrê girtîgehê ya di bin navê lijneyê de danî îtîraz kirinî, Ji xeynî yê ku daxwazname nivîsand û poşman bû û xwest derbasî qawîşek serbixwe bibe, 6 mehan ji aliyê îdareyê ve ew di bin çavan de hat girtin, ger bi rengekî rêk û pêk li dijî rêxistinê îtîraf bike û piştî 6 mehan jî bê ka di îtîrafên xwe de samîmî bû yan na, 'bi erêkirina îdareyê re' bersiva serbest berdanê tê dayin.”

'EM Ê TU CARÊ JI BERXWEDANA XWE TAWÎZÊ NEDIN‘

Rêveberiyên girtîgehan li ser dadgehan bi hêza bê sînor dagirtiye. Gardiyan û hemû peywîrdaran weke îstîxbarat û polîsan perwerde dikin. Ne tenê li dijî girtiyan, li dijî hev jî ji bo faşîzmê di pêşbirkê de cih digirin. 30 salan xwe radest nekir, serbixwe nebû, li xwe mikûr nehat û 30 salan li ber xwe da. Li dijî girtiyên ku li dijî hemû zilm, îşkence, zor û zehmetiyê li ber xwe dan, pêkanîna yan îxanetê bike yan jî tu nayê berdan ji derveyî hiqûqê ye. Ev pêkanînên dijminatiyê ne. Ligel cezayê ku ji aliyê dadgehê ve hatiye diyarkirin jî, serbest neberdan qanûna dijminatiyê ye. Li dijî vê pêkanînê bersiva ku em girtî bidin jî heta dawiyê têkoşîn e. Em ê tu carî ji berxwedana xwe tawîzê nedîn. Lê banga me ji kesên ji derve re ne; Divê ji hiqûqa dijmin re bersiva we hebe. Li zîndanan darbesta hevrêyên me derdikevin û girtî têne qetilkirin. Rê nedin van qetlîaman, divê hûn jî weke zarokên xwe yên 30 sal e li ber xwe didin, li ber xwe bidin. Em dayikên li Amedê di çalakiyê de ne silav dikin. Deng bidin dengê dayikan. Divê hîn bêhtir xwedî li kampanya û çalakiyên ji bo girtiyên nexweş tên kirin, bê kirin. Divê destûr neyê dayîn ku hevrêyek me yê din were qetilkirin.

Heval Halîl 'Eger ez dijîm û dikarim bêhnê bistînim ev bi saya hezkirî ûhevrêyên min in. Hevrêyên min sedemên min ya bêhen gitinê û wateya jiyanê ne. Di nameya xwe de anîbû ziman ‘Yên ku bi hebûna xwe re xwe li bêdawîtiyê kilît dikin em in û dema pêwîst bike em bi biryar in ku rê li ber hevrê vekin ku astengiyan bi hêsanî derbas bike' Heta şehadeta xwe ji wiha jiya. Em weke hevrêyên wî, em ê wedî li têkoşîna wî derkevin. Em ê tu carê teslîm nebin. Hevrêyên me yên hatin qetilkirin em ji bîr nakin. Em ê bi têkoşîn û berxwedanê hesap bipirsin.“