Li Afyonê jinek hat qetilkirin

Emsal Emîş ku li navçeya Emîrdagê dijiya ji aliyê Bayram Emîşê ku pê re zewicî bû hat qetilkirin.

Li navçeya Emîrdagê ya Afyonê Bayram Emîş (50) hevjîna xwe Emsal Emîş (52) qetil kir.

Emîşê ku duh bi şev saet di 00.30’an de li Taxa Încîlî di bûyera ku pêk hat de birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Emîrdagê.

Emîş ê ku tevî hemû mudaxeleyên jî nehat rizgarkirin, jiyana xwe ji dest da.

Polîs li ser îxbarê hatin cihê bûyerê û Bayram Emîş ê ku xwe birîndar kirî jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Emîrdagê.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.