Akademîsyena Fransî-Îranê Farîba Adelkhah li Îranê careke din hate girtin

Antropologa Fransî-Îranî Farîba Adelkhah li Îranê careke din hate girtin. Li gorî daxuyaniya komîteya piştgiriyê ya li Parîsê, girtina Adelkhah wê 'baweriya' navbera herdu welatan kêm bike.

Li gorî Wezareta Karên Derve ya Fransayê Farîba Adelkhak bêyî hincetek bênîşandan ji aliyê meqamên Îranê ve jinûve hate girtin.

Li gorî komîteya piştgiriya bi zanyarê ya li Parîsê, Adelkhah birin girtîgeha Evîn a li Tehranê ku bi rengekî neyînî navdar e.

Antropologa ji Enstîtuya Lêkolînên Siyasî ya Parîsê hem welatiya Fransayê ye hem jî ya Îranê ye. Adelkhah Hezîrana 2019'an tevî hempîşe û hevkarê xwe Roland Marchal li Balafirgeha Tehranê hatin girtin.

Marchal ku niha 64 salî ye di Adara 2020'î de weke parçeyek ji pevguhertina mehkûman a navbera Parîs û Tehranê hate berdan, lê belê Adelkhah neçar ma ku destgîrkirî bimîne.

Kanûna 2019'an tevî lêkolînereke din a girtî Kylie Moore-Gilbert a Awûstralyayî dest bi greva birçîbûnê kir. Di meha Çileyê de parêzerê wê ragihand ku sûcdariyên sîxurî û binpêkirina pergala cemaweriyê hatin betalkirin.

Adelkhah ku niha 62 salî ye di Gulana 2020'î de bi sûcdariya "propaganda li dijî sîstemê" û "komploya li dijî ewlehiya neteweyî" bi 5 salan hate cezakirin. Ji Cotmeha 2020'î ve bi kelepçeya elektronîk li malê girtî bû.

PARÎSÊ BI TUNDÎ ŞERMEZAR KIR

Hikumeta Fransayê bi tundî nerazîbûn nîşanî jinûve girtina lêkolînerê da. Berdevkê Wezareta Karên Derve ev çalakiyên Îranê weke "kêfî û siyasî" pênase kir. Her wiha diyar kir ku girtin dibe ku 'bandoreke neyînî' li têkiliyan bike.

Daxwaza Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron a ji bo berdana Adelkhah beriya niha ji aliyê Wezareta karên Derve ya Îranê ve hatibû redkirin. Dİ heman demê de hatibû sûcdarkirin ku tevlî karên navxweyî yê Îranê dibe.

Wezareta Karên Derve ya Fransayê ragihand ku mehkûmkirina Adelkhah "kêfî û siyasî ye" û divê tavilê bê berdan.