Komîsyona Jinan ya KNK’ê: Jinên Kurd wê Komkujiya Parîsê ji bîr nekin

Komîsyona Jinan ya KNK’ê bi daxuyaniyek nivîskî jinên şoreşger yên li Parîsê hatine qetilkirin bi bîr anî û got: "Heya xeyalên wan pêk bê em ê jî di şopa wan de bimeşîn û tekoşînê bilind bikin.”

Yek ji damezirînera Partiya Karkerên Kurdistan PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) a Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) di 9’ê çileya 2013’yan de li navenda Parîsê hatin qetilkirin. Komîsyona Jinan ya KNK’ê bi daxuyaniyek nivîskî jinên şoreşger bi bîr anî.

Daxuyaniya Komîsyona Jinan ya KNK’ê wiha ye:

“Di 9’ê çileya 2013’yan de li bajarê Fransa Parîsê 3 jinên şoreşgerên Kurd, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di encama pîlangêriyek de hatin qetilkirin. 9 sal bi ser bûyerê re derbas bûn lê hê jî kujer û berpirsyarên komkujîyê nehatine darizandin. Ev komkujî bi destê dewleta faşîst a Tirk û bêdengiya dewleta Fransayê çêbû.

Bi qetilkirin Sakîne, Leyla û Fîdanê re dîplomasiya Tevgera Azadiya Kurdan, berxwedana jinan û rêxistinbûyîna ciwanan hedef hatin girtin.

Dîsa di 4’ê Çileya 2016’an de Silopyê 3 jinên Kurd yên şoreşger Sêvê Demir, Pakîze Nayir, Fatma Uyar ji aliyê rejîma faşîst a Tirk hatin qetilkirin. Em wek jinên Kurd baş dizanîn ku dewleta Tirk a faşîst dijminatiya jinan dike. Dewleta Tirk jinên berxwedêr qetil dike.

Jinên ku di komkujiya Parîsê de hatin qetilkirin, jinên hilbijarê bûn. Sakîne Cansiz jinekê pêşeng û sembola berxwedana jinên Kurd bû. Her wiha endama damezirandina PKK’ê bû. Têkoşîn, berxwedan, ked û hewldanên Sakîne Cansiz îro bingeha têkoşîna azadiya jinên Kurd e. Ji bo ku bikaribin vîna jinên Kurd bişkênin û bi wê jî gelê Kurd bişkênin, Sakîne Cansiz kirin hedef.

Bi hezaran sal e feraseta baviksalarî ya hezên mêtîngêr ji bo desthilatdariya xwe jinên Kurd wekî tahlûke ya herî mezin dibînin. Wexta kû mirov li dîrokê dinêre jinên kû ji bo azadî û jiyanek bi rûmet berxwedane û tekoşîn kirine bi rêbazên der mirovahî hatine qetilkirin. Lê belê têkoşîn û rêxistina jina Kurd îro di serî de li Rojhilata Navîn li tevahî cîhanê bûye hêvî û roniya hemû jinên cîhanê.

Em wan 6 jinên leheng bi rêzdarî bibîrtinin û bejna xwe himber bîranîna wan ditewînin û soza xwe dubare dikin ku ala wan pakrewanan wê tu car li erdê nemîne. Heya xeyalên wan pêk bê em ê jî di şopa wan de bimeşîn û tekoşînê bilind bikîn.”