Sakîne Cansiz li Dersimê hate bîranîn: Hûn ê hesab bidin jinan

Ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz ku 9'ê Çileya 2013'an li paytexta Fransa Parîsê hate qetilkirin, li Dersimê li ser gora xwe hate bîranîn.

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo Sakîne Cansiz bi bîr bînin, çalakiye li dar xistin.

Bîranîn li Goristana Asrî ya Şaredariya Dersimê pêk hat û Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, parlamenter Feleknas Ûca, Alîcan Onlu, aktîvîstên TJA'yê û rêveberiyê Komeleyên Elewiyan a Demokratîk (DAD) beşdarî merasîmê bûn.

Polîsên Tirk dor li goristanê girtin û bîranîn asteng kirin. Li ser vê yekê komê li ber goristanê daxuyaniyek da û pankarta bi nivîsa "Em bi wêrekî û biryardariya Sakîne û Sêvê têkoşîna xwe dewam dikin" hil da.

Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay daxuyanî da û got, "Aqlê dewletê ku rola xwe di vê komkujiyê de heye, hewl da ku pêşî li me bigire. Nehişt ku em biçin goristanê. Lê belê wê ti carî nikaribin pêşî li têkoşîna jinan bigirin."

Gunay bi dewamî got, "Jin li çar aliyên cîhanê çalakiyên bîranînê li dar dixin û Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi bîr tînin. Lê belê li Dersimê waliyê provokator nahêle ku em li ser gorê bi bîr bînin."

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin, "Em ji vê derê ji wî waliyê provator re dibêjin; bêguman têkoşîna me ya azadiya jinê wê we têk bibe. Bêguman wê we ji wê wezîfeyê daxîne. Mîna mêrên di komkujiyên jinan de berpirsyariya xwe hene hûn ê jî mîna hemû kiryarên komkujiyên jinan hesab bidin jinan. Hûn ê neçar bimînin ku hesab bidin têkoşîna azadiya jinê, tevgerên jinan û tevgerên femînîst."

Gunay destnîşa kir ku jinên cîhanê li gel jinên Kurd mil bi mil têkoşîna xwe dewam dikin û got, "Eger jin azad bibin, têbikoşin, wê hêzên we yên çekdar ên li vê xakê tevdigerin nikaribin pêşî li me bigirin. Wê nikaribin berpirsyarên kuştina jinan biparêzin. Wê bêceza nemînin."

Gunay di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku wê têkoşîna xwe her tim mezin bikin.

Piştî daxuyaniyê jinan find danîn ser gora Sakîne Cansiz.