Talîbanê bi gaza bîberê êrişê xwepêşanderên jin kir

Talîbanê li hemberî jinên ku li paytexta Efganistan Kabolê bi daxwaza mafên xwe daketin kolanan gaza bîber bikar anî.

Nêzîkî 20 jin li ber zanîngeha Kabolê li hev civiyan û dirûşmeyên “wekhevî û edaletê” berzkirin.

Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Mafê jinan, mafên mirovan" hate vekirin.

Piştî demeke kurt hêzên Talîbanê hatin herêmê û xwepêşander belav kirin.

Li gorî nûçeya AFP’ê çalakvanek wiha got: “Çavê min ê rastê şewitî. Min ji Talîbanan re got, 'Şerm li bajarê xwe bike', paşê wan çek kişandin min."

Çalakvanê ku ji ber sedemên ewlehiyê navê xwe neda, got ku dema ew li nêzî zanîngehê bû, hêzên Talîbanê bi 3 wesayîtan hatin û gaza bîber avêtin wan.

Hat ragihandin ku yek ji jinên ku rastî êrîşa Talîbanê hat ji ber alerjiya çav û rûyê wê rakirin nexweşxaneyê.

Hat diyarkirin ku telefona kesekî ku bi wê dîmenê çalakiyê dikişand jî hatiye desteserkirin.

Talîban ku ji nîvê Tebaxê û vir ve li ser desthilatdariyê ye, ji bilî çalakiyên di berjewendiya wan de be kêm caran destûr dide xwepêşandanên din.

Talîban ji aliyekî ve dixwaze ji aliyê civaka navneteweyî ve were naskirin û ji bo ku careke din alîkariyên mirovî bê dayin, ji aliyê din ve jî guh nade bangên ji bo rêveberiyeke nermtir.

Hema bêje hemû endamên Talîbanê ku ji etnîsîteya Peşto ne, jî mêran pêk tên. Her wiha mafên jinan ên sînordar ên berê, bi hatina Talîban li ser desthilatdariyê ji holê hat rakirin.

Rejîma Talîbanê di van demên dawî de qedexe kir ku jin bi tena serê xwe rêwîtiya dûr û dirêj bikin. Şert û mecbûriyetek hat danîn, ji bo ku jin bigere divê ji malbatê mêrek bi wê re derkeve gerê. Di destpêka Çile de, rejîma Talîban bang li dikandarên herêma rojavayê Heratê kir ku serê mankenên ku hatine pêşandan jê bikin.