Şehîdên Parîsê li Silêmaniyê hatin bîranîn

Li Silêmaniyê bi merasîmekê sê jinên şoreşger ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şeylemez ên li Parîsê hatin şehîd kirin hatin bîranîn.

Yek ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) ku li Parîsê di komkujiyekê de hatin qetilkirin li Silêmaniyê bi pêşengiya Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) hatin bîranîn.

Di bîranînê de daxuyaniya RJAK’ê hate xwendin û di daxuyaniyê de behsa girîngiya têkoşîna her sê jinên şoreşger hat kirin.

Her wiha di merasîmê de Cîgira Hevserokatiya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) Tara Hisên jî axivî û bal kişande ser têkoşîn û kesayeta her sê jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin.

Di merasîmê de xelata Sakîne Cansiz pêşkêşî Komeleye Şoreşgerî ya Jinên Efganistanê (REWA) û Parlamentera HDP’ê ya girtî Aysel Tugluk ku niha rewşa tenduristiya wê nebaş e kirin.

Xelat ji aliyê dayikên şehîdan ve hatin pêşkêşkirin.

Komeleye Şoreşgerî ya Jinên Efganistanê (REWA) ji ber wergirtina xelata şoreşgera Kurd Sakîne Cansiz spasiya hemû  jinên Kurd kir.