KBDH'ê şoreşgerên li Silopiya, Stenbol û Parîsê hatin qetilkirin, bi bîr anî

Konseya Giştî ya Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Jinan (KBDH) şoreşgerên jin ên li Stenbol, Silopiya û Parîsê hatin qetilkirin bi bîr anî û got, "Em ê nemiran bi çalakiyên xwe bi bîr bînin."

Di daxuyaniya nivîskî ya Konseya Giştî ya KBDH'ê de hate gotin, "Jiyana wan çîroka teyrên li nava şer û şoreşê bi bask bûne. Rosa Luksembûrg, Meral Yakar, Lale Çolak, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar li cih û demên ji hev dûr heman destana berxwedanê nivîsandin û bûn destana nasnameya zayenda bindest, bi milyaran jin ên qadan dadigirin."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Dengê Rosa Ruksembûrg ku digot 'Ya sosyalîzm ya jî barbarî' li Stenbol, Parîs û Silopiyayê deng veda, bû navê têkoşîn û berxwedana lehengî ya li êşkenceyê."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ew ê ala têkoşînê ya ji destê van lehengan wergirtî bi ser bixînin û hate gotin, "Rojên têkoşînê li benda me ne. Di van rojên têkoşînê de li dijî bûrjûvazî û faşîzmê, li dijî êrişên ji bo parçekirina têkoşeran, ji bo hûnandina xeta têkoşîneke xurtir, divê têkoşîna yekbûyî xurtir bê meşandin û li dijî dijminê hevpar divê em bi feraseta hevpar li qadan têkoşînê mezin bikin.

Têkoşîna me ya li dijî sîstema bi serweriya mêr û faşîzmê, li ser heman bingehê ye. Bi afirandina polîtîkayên şênber, bi danîna armancên şênber em ê çalakiyên xwe yên milîsan zêde bikin. Li dijî tecawizkaran û saziyên ku sîstema baviksalar diparêze, divê em xeta xwe mezin bikin. Heta ku em vê sîstemê hilneweşînin wê wezîfeya me temam nebe. Di vê demê de ku dijminatiya li jinê û zayendên bindest gihîştiye asta herî bilind, bi her awayî komkujî û tundî tê kirin, li gel krîza aboriyê bêkarî û xizanî zêde bûye, divê em girseyên herî qelebalix li hev bicivînin û li dijî baviksalariyê xeteke berxwedanê ya milîtaniya şoreşger pêk bînin, ji bo vê jî bi mîsyona xwe rabin. Li gel dagirkerî, polîtîkayên paşverû yên tunekirinê, destavêtin û destdirêjiyê, mîna ku Rosa got, 'Ey zalimên kor! Sîstema we li ser zemîneke ji xîzê hatiye avakirin. Şoreş wê sibe bi xurtî rabe ser piyan û bi rengekî ku tirsê berde nava dilê we wê bêje: Em hebûn, em hene, em ê hebin!"

Di vê sala nû de di şexsê Rosa, Meral, Lale, Sara û Sêvê yan em ê nemirên xwe hemûyan bi bvê hişmendî û biryardariyê, bi çalakî û tilîliyên azadiyê bi bîr bînin."