'Soza me ya ji bo wan berxwedan û têkoşîne'

Jinan Sakîne Cansiz û hevrêyên wê bi çalakiyên hem wext li sê navçeyên Stenbolê bi bîr anîn û destnîşan kirin ku mîrateya Sakîneyan dewr girtine.

Bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di sala 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin û Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ên di sala 2016’an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê hatin qetilkirin, li sê navçeyên Stenbolê bi hin çalakiyan hatin bibîranîn. Jinan di çalakiyên bi dirûşmeya “Ji Sarayan heta Sêveyan dema dema têkoşîna jinê ye” li navçeyên Kuçukçekmece, Umraniye û Eyup li dar xistin de diyar kirin ku komkujî li dijî têkoşîna jinan hatine kirin û destnîşan kirin ku mîrateya Sakîneyan û Sêvêyan dewr girtine.

KUÇUKÇEKMECE

Çalakiya li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Kuçukçekmeceyê de hat lidarxistin, ji bilî aktivîstên TJA’yê, Dayikên Aştiyê, xizmên girtiyan, endamên rêxistina HDP’a navçeyê û gelek kes beşdar bûn. Li Eywana ku bîranîn lê hat lidarxistin pankarta “Ji Sarayan heya Sêvêyan dem dema têkoşina jinê ye” hat daliqandin û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û jinên hatin qetilkirin danîn ser maseya bi qurnefîl û findan hat xemilandin. Bîranîn bi deqîqeyekê rêzgirtina ji bo jinên şehîd bûne dest pê kir.

‘KOMKUJÎ LI DIJÎ JINAN PÊK HAT‘

Ewilî aktivîsta TJA’yê Tulay Guler diyar kir ku komkujî li ser tevgera jinan a tevgera azadiya Kurd pêş ve birî hatiye kirin û bi lêv kir ku di encama komployeke navnetewî de Sakîne û hevrêyên wê hatin qetilkirin. Guler dazanîn ku komkujiyên Parîs û Silopiyayê li dijî jina azad hatiye kirin û wiha got: “Dibe ku 6 hevalên me yên jin qetil kiribin, lê me bi hezaran jinan têkoşîna wan dewr girtin û em vê didomînin. Têkoşîna Sarayan îro li Rojava tê mezinkirin.” Pişt re li ser mijara têkoşîn û berxwedana Sakîne û hevrêyên wî xwepêşandaneke sînevîzyonê hat lidarxistin. Dema di sînevîzyonê de demên hestewar hatin jiyîn, bi taybet di dema axaftina Sakîne Cansiz de jinan dirûşmên “Şehîd namirin” berzkirin û lîlandin. 

‘EM Ê BERXWEDANA BIDOMÎNIN’

Pişt re Hevseroka HDP’a Kuçukçekmeceyê Gulsum Ozturk jî axaftineke kurt kir. Ozturk destnîşan kir ku komkujiyê nadin ji bîr kirin û wiha got: “Em soz didin wan ku em ê têkoşîna wan heta dilopa dawî ya xwîna xwe bidomînin. Em ê bibin hezar û berxwedana Sakîne û Sêvêyan bidomînin. AKP û MHP difikirin ku wê me bitirsîne, lê me bi ciwan û dayikan dest pê kir û em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ber xwe bidin û em ji wan natirsin.”

‘SOZA ME YA JI BO WAN BERXWEDAN Û TÊKOŞÎNE’

Pişt re Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê Guler Bugday mafê axaftinê girt û wiha axivî: “Heta jin azad nebin civak azad nabe. Soza me ji bo wan heye, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Daxwaza wan  ji me eve.”

Di bîranînê de herî dawî li ser navê TJA’yê Makbûle Yilmaz axivî. Yilmaz bal kişand ser têkoşîn û berxwedana Sakîneyê û destnîşan kir ku li dijî dijmin tu car serî netewand.

Bîranîn bi stranên dengbêj Xalîde ya ji Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) bi dawî bû.

UMRANIYE

Di bîranîna ku li Rêxistina Navçeya Umraniye ya HDP’ê hate lidarxistin de pankarta “Ji Sarayan heya Sêvêyan dem dema tekoşîna jinê ye” hate vekirin. Di bîranîna ku mûm hatin pêxistin de, sînevîzyona jinên Kurd hat nîşandan. Di bîranînê de Meclîsa Dayikên Aştiyê û her wiha gelek kes amade bûn.

‘HETA MIRINÊ EZ Ê DI RÊYA WAN DE TÊBIKOŞIM’

Dayika Aştiyê Bediya Gokguz a di bîranînê de axivî, diyar kir ku 6 jinên siyasetmedar ên Kurd ji bo hemû jinan têkoşiyane û wiha got: “Dewleta Tirk naxwaze jin azad bibin. Ji ber ku ji jinan ditirsin. Ji ber vê yekê jin her tim di hedefa wan de ne. Penasekirina herkesê ya azadiyê heye, penasekirina me ya azadiyê jî azadiya hevrê Sara ye. Ez jî dayika jineke azad im. Ez weke dayikeke aştiyê heta mirinê ez ê di rêya wan de têbikoşim.”

‘JINÊN KURD TU CAR SERÎ NATEWÎNIN’

Dûre aktivîsta TJA’yê Aysel Ozbey jî dazanîn ku ev roj weke rojeke reş ketiye dîrokê û wiha got: “Ji berê ve li dijî jinên Kurd ên têdikoşin komkujî pêk hatin û hêj jî didome. Lê jinên Kurd tu caran serî netewandin û ji têkoşînê paş ve gav neavêtin. Em jî ji bo pêşvebirina vê mîrateyê tu carî dest ji berxwedanê bernadin.”

Piştî axaftinan hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê stran sitirandin.

EYUP

Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di sala 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin û Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ên di sala 2016’an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê hatin qetilkirin, li avahiya HDP’a Eyupê çalakiya bîranînê li dar xist. Li salona ku bîranîn pêk hat pankarta “Ji Sarayan heta Sêvêyan dem dema têkoşîna jinê ye” hat daliqandin û wêneyên jinên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi mûm û qurnefilan hatin vekirin. Aktîvîstên TJA'yê, Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), rêxistinên HDP'ê yên navçeyan, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê û gelek welatî tevlî bîranînê bûn. Aktîvîstên TJA’yê, Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), rêxistinên navçeyan ên HDP’ê, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê û gelek welatî beşdarî bîranînê bûn.

JI HEMÛ JINAN RE PÊŞENGTÎ KIR

Ewilî Dayika Aştiyê Perîhan Akbûlût axivî û wiha got: “Sakîne Cansiz pêşenga têkoşînan jinên Kurd e. Peyv têra nakin ku mirov qala wê bike, destaneke û deryayeke.”

‘BERXWEDANA SAKÎNEYÊ PÊŞIYA JINAN VEKIR’

Pişt re aktivîsta TJA’yê Gulsen Bîter axivî. Gulsen bi bîr xist ku hişmediya serweriya zilam jin qetil kirin û wiha got: “Em li dijî van komkujiyan, li dijî vê zilm û zîhniyeta ku têkoşîna jinê ji nedîtî ve tê, li ber xwe didin. Hevrêya me Sakîne Cansiz di Zindana Amedê de berxwedaneke mezin kiriye. Û vê berxwedanê rê li ber têkoşîna jinê vekir. Hevrêyên me yên jin ên jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî û mînetdarî bi bîr tînim. Em soza xwe dubare dikin ku em ê her tim vê têkoşîna giranbuha ya ku emanetî me kirine, heta em bi ser bikevin em ê bidomînin.”

Bîranîn piştî nîşandana sînevîzyonê bi çepik û tilîliyan bi dawî bû.