Sê şoreşgerên li Parîsê hatin qetilkirin, li Sydneyê hatin bîranîn

Sê jinên Kurd ên şoreşger ku beriya neh salan li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, li bajarê Sydney ê Awûstralyayê bi çalakiyekê hatin bîranîn.

Ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) ku 9'ê Çileya 2013'an li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, li bajarê Sydney ê Awûstralyayê bi çalakiyekê hatin bîranîn.

Çalakî bi pêşengiya Komuna Jinê ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) êvara Şemiyê li qada Town Hallê pêk hat.

Kurd tevî dostên xwe tevlî çalakiyê bûn. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, bi navê komîteya amadekar daxuyaniyek hate dayin û bang li dewleta Fransayê hate kirin ku kujeran darizînin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Jinedîtî hatina vê komkujiya ku li paytexta we pêk hat, tê wateya parastina kujeran. Eger hûn naxwazin bibin parçeyek ji vê komkujiyê, hingî edaletê bi cih bînin. Qetilkirina Sara, Rojbîn û Ronahî, komkujiya li dijî gelê Kurd e."

Bi navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) daxuyaniyek hate dayin û hate ragihandin ku Komkujiya Parîsê dewama komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Nûnerê NCDK'ê jî nerazîbûn nîşanî bêdengiya hikumetên Ewropayê bi taybetî jî Fransayê da û got, "Ev komkujiya nemerdane di şexsê Sakîne Cansiz de li dijî gelê Kurd hatiye kirin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hesabê komkujiyên li gelê Kurd hatine kirin wê bê pirsîn.

Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Jin, jiyan, azadî", "Sara, Rojbîn, Ronahî", "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" û "Kujer Erdogan" bi dawî bû.