Di rojnivîskên gerîlayan de Sakîne Cansiz

Yek ji fermandara YJA Starê di rojnivîska xwe de qala pêşenga tevgera azadiyê ya jinan Sakîne Cansiz dike û dibêje ‘Çend jin hene ku hê dema dijiyan bûne efsane? Çend jin hene ku jiyana wan her dem şer e?”

Yek ji damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) di 9’ê Çileya 2013’an de li navenda Parîsê hatin qetilkirin.

Qetilkirina Sakîne Cansiz a ku bi şer, jiyan û berxwedana xwe îlhameke mezin dida şervanên azadiyê, bi qasî milîtanên azadiyê hemû kesên têkiliya wan bi têkoşîna azadiya Kurdan heye, êşand.

Armanc Goşkar, Nûda Sason û Çayan Koçgirî jî wê serdema ku Sakîne Cansiz şehîd bûbû, di rojnivîskên xwe de nivîsandine.

Ev şehîdên ku îro ne di nav me de ne, bi van gotinan qala hêrsa xwe ya li hemberî Qetlîama Parîsê kirine.

ROJNIVÎSKA ŞEHÎD ARMANC GOŞKAR

Di bultenên nûçeyan de tê gotin sê jinên şoreşger hatine kuştin. Li parzemîneke sar û bê esl, li Parîsê ya ku bîbika çavê modernîteya mêran e, sê jinên wêrek qetil kirin. Bi nemerdî ev jin qetil kirine. Dibêjin ruhê herî bê esl û bi lanet vejiyaye. Sara, Rojbîn û Leyla qetil kirine. Nexwe tu jî qetil kirine heval Sara! Hêrsa îxanet û nemerdiyê vê carê li te da. Li bajarê evîn û xemgîniyê vê carê tu xistine kemîna ruhên reş. Ji serê te yê serbilind û bi rûmet li te dane.

Bultenên nûçeyan dibêjin jineke wêrek qetil kirine. Şoreşger, rêheval, berxwedêreke azad û jineke xwedî înad a ku çil sal in li berxwe dide kuştine. Jineku temenê xwe daye çiya û şeran. Li dûrî welat li bajarekî bi mij a parzemîneke sar li wê dane. Ew jin dema hatiye kuştin wê efsaneyek afirandiye. Wekî efsaneyên ku hê dema sax bû, wê afirandibû. Dibêjin qey we kuştine û agirê azadiyê tefandine. Nizanin ku li cem me jiyan bi mirinê tê afirandin.

Xwezî bi dilê te. Dema ku tu dijiya teji bo gelekî û jinan mîrateyeke xurt a hêja li pey xwe hişt. Çend mirov û jin hene ku dema dijiyan li ser rûyê erdê bûne efsane? Çend jin hene ku di jiyanê de navê wê ketiye destanên qehremantiyê. Çend mirov hene ku jiyana wan her dem şer e. Jina serhildêr a gel û axeke ku dîrokê ew ji bîr kiriye. Têkoşîna te bîreke xurt ava kir. Te bîra azadiyê yek bi tek di dil û mejiyê me de bi cih kir. Hêza ku ev tişt pêk anî, hêza Apoyî bû. Te hêza Apoyî û cewhera jinbûnê anî ba hev. Te ji Prometheûsê hedem agir dizî. Te hevaltiyeke layiqî Kemal, Hayr3i, Mazlûm, Zîlan, Egîd û Bêrîtanan ava kir.

Li hemberî jiyana koletiyê, te şerekî giran meşand. Te bi êş, dijwariyên mezin û berxwedanê, bi têkoşîna xwe ya bi rûmet, her dem li pêş bû. Me azwerî û hezkirina jiyanê a bi te re hezkir. Tu carî tu newestiya. Her roj wekî roja pêşîn bi coş û heyecan dest bi jiyanê kir. Te têkoşîna azadiyê bi evîneke kûr meşand. Dilê te bi girêdaneke mezin bi dîrok, çand, gel û jinan hate girêdan. Ji ber vê tu bûyî afirînera gelek tiştên yekemîn. Sedema ku tu kirin hedef jî ev bû. Dixwazin me ji kokên me veqetînin. Dixwazin te ji bîra azadiyê û dîrokê veqetînin. Qijikên pîs dibêjin ‘Berê jinan qetil bikin’ Sara, Rojbîn û Leyla berdêla vî tiştî ne.

ROJNIVÎSKA ŞEHÎD ÇAYAN KOÇGIRÎ

“Îlona 2012’an. Ez li Geverê ji dewleta Tirk re leşkertiyê dikim. Hêzên gerîla li rêya Çewlik û Erziromê çalakiyek kirine, 110 leşkerên diçûn yekîneyên xwe hatine kuştin. Gerîla Şemzînan xistiye bin kontrola xwe. Bêyî helîkopterên Kobra Skorsky nikarin biçin Oremarê. Ji bo ku me werbigirin, Kîrpîyek şandine. Ji bo biçim ba yekîneya xwe bi rê ketim. Ez diçim ku, çima diçim wir? Cihên ku ez çûme wir, cihên çawa ne? Ez biyaniyê van deran bûm. Salek derbas bû, ez hê jî li vir im.

Dîrok 9’ê Çileya 2013’an. Dema televîzyonê vedikim nûçeyek derdikeve. Piştre jî wêneyek. Li Parîsê sê jin hatin qetilkirin. Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan. Wekî ku satilek ava cemidî bera ser min bidin. Çi bi min hat? Dilê me zêde lêdide. Ji hêrsan ez li sînga xwe dixim. Ez Sakîne Cansiz nas nakim, min berê ne navê wê bihistiye ne jî ew dîtiye. Ez çima wisa hêrs dibim.

Li Fransayê Kurd rabûne ser pêyan. Ez li Geverê di nav artêşa Tirk de me lê hema parçeyek be jî tevî gel ez li wir im. Ew wêne li min dinihêre, bangî min dike. Ji min re dibêje çi karê te li wir heye Velî. Ew nêrîn tevlî ruhê min dibe. Ev şoreşgertiyeke çawa ye? Çavê wê tiştekî ji min re dibêje. Ligel ku ez cara pêşîn dibînim, tiştekî ji min re dibêje. Ez vî ruhî di cihê kûr de hîs dikim. Ev ruh û cesaret min bi we re dibe. Rûyê di wêne de li min dinihêre û diqîre ‘Çi karê te li wir heye Velî. Wêrek be Velî. Ji ber ku li wan giran gerîla hene.”

Çar sal ji ser wê derbas bû. Ji leşkertiyeke bê bîr reviyam şoreşgertiyê. Min her dem ji ber ku heval Sakîne nas nekir, êşiyam. Min pirtûka wê xwend, hevrêyên wê ji min re qala wê kir. Ez sozê didim te, ez ê li ser rêya te bimeşim.”

JI ROJNIVÎSKA ŞEHÎD NÛDA SASON

“Mirov bibêje têkoşer wê pênaseyeke qels be. Tu çanda xwedawendand didomînî û jineke pêşeng a xurt î. Rû û aliyekî Rêbertî. Ji ber ku min rûyekî wisa nadîde nas kir, ez xwe bi siûd dibînim.  Ne mumkun e ku mirov qala vê heybet, zindîbûn û kêfxweşiyê bike. Dema cara pêşîn min heval Sara dît, li gorî min ez gelekî bi heyecan bûm. Lê tebessuma heval Sara evqasî aram û samîmî bû, wekî ku ne cara pêşîn lê em ji zû ve hev nas dikin û me wisa hev hembêz kiribû.

Li hemberî vê hêzê kî be wê bitirse. Ditirsin ku careke din têk biçin. Ji ber ku heval Sara bi nêrîn û gotina xwe, sîleyek avêt ser rûyê dijmin. Her nefesa wê dijmin dikuşt, ji ber ku ew qehreman û wêrek bû. Ji ber vê kesên ji vê jina serhildêr a Dêrsimê ditirsiyan, ji bo ku careke din rezaleteke dîrokî nejîn, ketin dewrê. Lê tiştek hebû ku wan bîra wê nedibirin. Ew bi sedan sal in dixwazin bikujin lê zindî dikin. Ji dêvila ku bikujin, dimirin. Em ê jî wekî Sara, Mazlûm û Delal bijîn.”