Bertekên jinan li dijî zemên zêde: Xizanî tundiyê kûr dike

Platforma Jinên Çigli bertek nîşan zemên zêde dan û diyar kir ku zêdebûna zemê xizaniyê, xizanî jî tundiya li ser jinê kûr dike û got: “Bila zemên zêde paş de were kişandin û bila mûçe zêde bibe.“

Li Îzmîrê Platforma Jinên Çigli bi şîara “Em nikarin debariya xwe bikin, em di serhildanê de ne“ li qada Çigli ya Kasaplara li dijî zemên zêde daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankartên “Bila zemên zêde paş de were kişandin û bila mûçe zêde bibe“ hatin rakirin. Daxuyanî ji aliyê Nebahat Çelîk ve hat xwendin.

Çelîk bertek nîşanî zemên zêde dibe da û got: “Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK) di sala 2021’an de enflasyon ji sedî 36,08 û li gorî Koma Lêkolînê ya Enflasyonê (ENAG) enflasyon di sala 2021'an de ji sedî 82,81 bû ye. Em jin her roj enflasyonê li bazarê tişên ku em nikarin bistînin dibînin. Di şevekê de dolar hate xistin û hin kesan qezenc kir. Ev kêmbûn di buhayên mal û xizmetan da nayê nîşandan. Dema dolar bilind dibe hinek jî qezenç dike. Lê tu carê jin, karker, gundî, kedkar û esnafên biçûk para xwe ji vê qezencê nagrin.“

‘BI XIZANIYÊ RE TUNDÎ KÛR DIBE‘

Çelîk diyar kir ku di 1’ê Çileya 2022’an de elektirîk ji sedî 52 û 130, gaza xwezayî ji sedî 25 û 50 zem zêde bûye û got:“Em dizanin ku bilindkirina elektrîk, gaza xwezayî, sotemenî, tunel û piran tê wateya zêdebûna hemû tiştên din. Li dijî zêdebûna zeman herî zêde jin ji vê yekê bandor dibin. Ne tenê xizanî, tundî jî kûr dibe. Ji ber fikarên debariya jiyanê û bêkariyê gelek jin rastî tundiyê tên.  Em naxwazin ji ber xizaniyê, birçîbûn, ji sermayê zarokê me bimirin û ji ber bêkariyê mirov xwe întixar bikin. Li dijî xizanî û buhabûna jiyanê destpêkê jin û hemû karker divê tevdîrên parastinê bigrin. Bila zemên hatin kirin paş de were kişandin û zemên nû bila neyên. Bila mûçe û maaş ji bo ku mirov bikare bi awayek mirovane jiyan bike zêde bibe.“