Jinên Elewî: Em ê Komkujiya Parîs, Silopî û jêrzemînên Cizîrê ji bîr nekin
Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk bi boneya Komkujiya Parîsê daxuyanek nivîskî weşand û got: “Em ê cihê xwe ligel mezlûman bigrin û li dijî zaliman jî rawestin.“
Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk bi boneya Komkujiya Parîsê daxuyanek nivîskî weşand û got: “Em ê cihê xwe ligel mezlûman bigrin û li dijî zaliman jî rawestin.“
Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk ji bo sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamaz ên di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatin qetilkirin bi daxuyaniyek nivîskî bibîranîn.
Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk anî ziman ku di şexsê sê jinên Kurd de hemû jinên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîrtinin.
EM Ê ŞOPDARÊ DOZÊ BIN
Di daxuyaniya Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk de Sevê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir ên di 4’ê Çileya 2016’an de li Silpiya Şirnexê hatin qetilkirin bibîranîn û gotin: “ Em ê vê dozê heta dawiyê bi hêza ku em ê ji rastiya di dîrokê de nayê nixumandin bigirin û bişopînin. Heta ku dewleta Tirk û hikûmeta Fransayê li pêşberî edaletê hesab bidin, em ê hîn bi biryardarî bibin parêzvanên vê dozê."
Di berdewama daxuyaniyê de Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk bal kişand li ser rewşa girtiyên jin ên di girtîgehê de têne girtin û ev tişt gotin: “Li hundir û ji derve re faşîzma AKP-MHP‘ê dijminatiya xwe ya li dijî Kurdan, Elewî, jinan û kesên alîgirên demokrasiyê berdewam dike. Li rexmê Aysel Tûglûk û sedan jinên girtî nikarin di girtîgehê de bimînin jî tê girtin. Di serî jinên Elewî û hemû kesên alîgirê demokrasiyê divê bibin dengê girtiyên nexweş. Divê demildest girtiyên nexweş serbest werin berdan.“
DERKEVIN QADAN
Di dawiya daxuyaniyê de Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk bang li hemû jinan kir ku derkevin qadan û got: “Ji bo sê jinên Kurd ên şoreşger ên di komkujiya Parîsê de, Sêvê Demîr, Pakîze Naîr û Fatma Ûyar ên li Silopî û komkujiya jêrzemîna Cizîrê em derkevin qadan û bibin dengê wan. Me komkujî ji bîr nekiriye û em nadin ji bîr kirin.“