JIN
Hemû Nûçe
-
Komkujiya jinan li Îzmîrê hate protestokirin
Li seranserê Tirkiyeyê di hefteyekê de 9 jin hatin qetilkirin. Jinan bertek nîşanî qetilkirina jinan dan û gotin: “Ji ber ku jiyana wan ji bo dewletê negirîng bû wan neparast û pêşiya qetilkirina wan negirt. Li ser vê yekê cesaret da kujeran.” -
YJA Star: Serketin wê ya gelê me be ku bi ruhê 15’ê Tebaxê li ber xwe dide
YJA Starê 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê pîroz kir û got, “Bi stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî em ê bi xwedî derketina li xeyalên şehîdên xwe bi ser bikevin. Serketin a gelê me ye ku bi ruhê 15’ê Tebaxê li ber xwe dide.” -
Li Îzmîrê jinek hat qetilkirin
Hanîfe Çakici ya ji bo xwe ji êşkenceya Haydar Çakici xelas bike xwest ku biçe bajarekî din, li termînala otobêsan hat qetilkirin. -
Talîbanê li xwepêşanderên jin xist
Talîbanê li xwepêşanderên jin ên ku daxwaza 'nan, kar û azadiyê' dikirin, xist. -
Duzkan: Dijminatiya girtiyan tê kirin
Nivîskar Ayşe Duzkan, da zanîn ku li girtîgehê li ser Aysel Tûglûk û girtiyên din ên nexweş dijminatî tê kirin û da zanîn ku li derveyî hiqûqê ceza li girtiyan tê birîn. -
Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê Sabûha Akdag hat berdan
Hevseroka HDP’ê ya Bajêr a Şirnexê Sabûha Akdag ku duh hatibû destgîrkirin, hat berdan -
Li Baskê kampa jineolojiyê hat organîzekirin
Li herêma Baskê ya Spanya bi tevlêbûna 50 jinan kampa jineolojiyê hate organîzekirin. Di kampa jineolojiyê de biryara berferehtirkirina tora jineolojiyê hat girtin. -
Zemanê Zêywiye hate girtin
Çalakvana sivîl a Seqizî Zemanê Zêywiye ji bo ku 10 meh cezayê girtîgehê ya li hatibû birîn bikeve meriyetê îro hat destgîrkirin û ew birin girtîgehê. -
Kongra Star Tecrîda Îmraliyê şermezar kir
Kongra Star bi daxuyaniyekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û ragihand ku ewê têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin. -
RAJIN: Em ê weke Denîz rastiyê biqîrin
RAJIN’ê Denîz Firat di salvegera şehadeta wê de bi bîr anî û got, "Em ê weke Denîz dev ji qîrîna rastiyê bernedin." -
Rapora rojnamevanên jin: 7 mehan 161 carî maf hatin binpêkirin
Li gorî rapora MKGP'ê ya têkildarî binpêkirinên mafan ên li hemberî rojnamevanên jin di 7 mehên destpêkê yên salê de 161 binpêkirinên mafan pêk hatin. -
Dikandar Buşra Mihemed Hesen: Ez ne pê re me ku jin tenê li malê bin
Buşra Mihemed Hesen a ji Kerkûkê ye, 30 sal in bi xwe debara xwe dike: "Ji bo ku li hemberî rewşa giran a jiyanê bisekinim, 30 sal beriya niha min biryar da ku karekî ji bo xwe peyda bikim, ji bo dabînkirina debara malbata xwe li ser piyan xwe bisekinim." -
Gardiyanan gef li rojnamevanên girtî xwarin
Rojnamevanên girtî yên li Girtîgeha Jinan a Amedê, bi rêya parezerên xwe ragihandin bi hinceta ku wan di mazgala derî de nihêriye gardiyanan gef li wan xwariye. -
Ji Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA STAR’ê peyama pîrozbahiyê
Fermandariya Biryargeha YJA STAR; ji ber çalakiyên serkeftî li dar xistine hemû fermandar û şervanên YJA STAR’ê yên li Qadên Berxwedanê yên Zap, Avaşîn û Metînayê pîroz kir. -
KJK: Êdî bes e ji qedexeyên li ser Kurdî re
Komîteya Perwerdehiyê ya KJK’ê diyar kir ku siyaseta qirkirin û asîmîlasyona çandî roj bi roj kûrtir dibe û bang li hemû kesan kir heta mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî were bidestxistin û hemû astengî rabin bila xwedî li ziman û çanda xwe derkevin. -
Ozgur: YJA Star pêşengiyê dike
Endama Konseya Fermandariya YJA Starê Hêzil Ozgur diyar kir hêzên YJA-Starê xeta fedaî ya Zîlanê û berxwedana Bêrîtanê di helwesta xwe de şênber kirine û di şer de rola xwe ya pêşeng bi cih tînin. -
Cezayê hucreyê dan nexweşa pençeşêrê Fatma Ozbay
Ji nexweşa pençeşêrê Fatma Ozbay a ku daxwaz wê ya ji ber dermankirina birîna lingê wê hat redkirin, bi hinceta ku di qawîşê de 'şîş' hilgirtiye cezayê hucreya yek kesî lê hat birîn. -
Care: Newekheviya zayendî ewlehiya xwarinê jî kêm dike
Ajansa alîkariyê ya navneteweyî Care dibêje ku di sala 2021’an de 150 mîlyon jin ji mêran zêdetir birçî mane. -
Ji Jinên Tîrêjên Rojê bîlançoya meha Tîrmehê
Jinên Tîrêjên Rojê di meha Tîrmehê de li dijî faşîzma AKP-MHP’ê gelek çalakî lidar xist û peyama “Em ê berxwedanê mezin bikin” dan. -
Meha Tîrmehê mêran 31 jinên din qetil kirin
Li gorî nûçeya JINNEWS’ê di meha Tîrmehê de herî kêm 31 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin. -
Li hemberî kiryarên dijî jin ên rejîma Talîbanê çalakî hat lidarxistin
Komek çalakvanên jinên ciwan ên Efgan li dijî biryara bêparkirina zarokên keç ji mafê perwerdeyê ya ji aliyê rejîma Talîbanê hat dayin, çalakiyek lidar xistin. Daxwaza mafê xwe yê perwerdeyê kirin. -
Ji bo Aysel Tûglûkê pankartek li Pira Deh Çavik hat daliqandin
TJA’yê bi daxwaza azadiyê ji bo Aysel Tûglûk û hemû girtiyên nexweş pankartek li Pira Deh Çavik daliqand. -
'Jinan bi saya fikrên Rêber Apo xwe nas kirin'
Endama Komeleya Malbatên Şehîdan û Meclîsa Îştar Sarya Marînos diyar kir ku jinan bi saya fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe nas kirine û got, "Rêber Apo qîmeteke mezin da jinan." -
‘Têkoşîna jinên Êzidî hêz dide berxwedan û têkoşîna me’
Komîteya Jineolojî ya Şehîd Tolhildan Raman bi boneya salvegera 8’emîn a Qirkirina Êzidiyan, peyamek da û da zanîn ku di pêngava rizgarkirina Şengalê de jinê rolek girîng lîst. -
TAJÊ bi biryardariya hesabpirsînê cangoriyên fermanê bi bîr anî
TAJÊ cangoriyên fermana 3'ê Tebaxê bi bîr anî û destnîşan kir ku ji bo hesabpirsîna ji fermanê û misogerkirina Xweseriya Şengalê ew bi biryar in.