Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê Sabûha Akdag hat berdan
Hevseroka HDP’ê ya Bajêr a Şirnexê Sabûha Akdag ku duh hatibû destgîrkirin, hat berdan
Hevseroka HDP’ê ya Bajêr a Şirnexê Sabûha Akdag ku duh hatibû destgîrkirin, hat berdan
Hevseroka Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Bajêr a Şirnexê Sabuha Akdag duh dema ku ji bo îfade bide çûbû Midûyeta Polîsan a Şirnexê hatibû destgîrkirin.
Hat hînbûn ku Akdag di encama îfadeya “şahidê veşarî” de hatiye destgîrkirin. Akdag piştî îfade da dozgeriyê bi şertê kontrola edlî sewqî dadgehê hat kirin. Dadgehê jî bi heman daxwazê biryara berdana Akdag da.