Li Îzmîrê jinek hat qetilkirin

Hanîfe Çakici ya ji bo xwe ji êşkenceya Haydar Çakici xelas bike xwest ku biçe bajarekî din, li termînala otobêsan hat qetilkirin.

Hanîfe Çakici (33) ya ku li navçeya Dîkîlî yê Îzmîrê dima, ji bo xwe ji êşkenceya sîstematîk a hevserê xwe Haydar Çakici (34) xelas bike, ji bo çûyîna bajarekî din çû termînala otobêsan. Haydar Çakici da pey Hanîfe Çakiciyê û ew bi amûrekê jêker li termînalê kuşt. Kujer Çakici, li cihê bûyerê hat destgîrkirin. 

Cenazeyê Hanîfe Çakiciyê ji bo otopsiyê rakirin morga Saziya Tiba Edlî ya Îzmîrê.