Care: Newekheviya zayendî ewlehiya xwarinê jî kêm dike

Ajansa alîkariyê ya navneteweyî Care dibêje ku di sala 2021’an de 150 mîlyon jin ji mêran zêdetir birçî mane.

Rêxistina Care ya ku li dijî xizaniyê têdikoşe, analîzek bi sernavê “Ewlehiya Xwarinê û Wekheviya Zayendî: Semfoniya Sîerjîk a ku bi Têra xwe Nehatiye Xebitandin” weşand.

Li gorî vê analîzê, di sala 2021’an de 150 mîlyon jin ji mêran zêdetir birçî mane.

Care’yê destnîşan kir: “Wekheviya zayendî di asta herêmî, neteweyî û cîhanî de ji nêz ve bi ewlehiya xorek û xwarinê ve girêdayî ye. Bi tenê, li welatekî newekheviya zayendî çiqasî zêde bibe, mirov ewqasê birçî dibin û têr naxwin.”

Hat gotin ku ev xebat ji bo “lêkolînkirina têkiliya di navbera nirxên newekheviya zayendî û puanên ewlehiya xorekê ya li çar aliyê cîhanê” hatiye kirin.

Rêxistin diyar dike ku “ev cara yekem e ku girêdana di navbera zayendan û ewlehiya xwarinê û newekheviyê de tê eşkere kirin”.

Rêxistinê daneyên sala 2021’an analîz kiriye, destnîşan dike ku li 109 welatan her ku newekheviya di navbera zayendan de zêde bû, nîşan da ku ewlehiya xwarinê jî kêm bû.

Rêxistinê got: “Di navbera salên 2018 û 2021’an de hejmara jinên birçî li gorî mêrên birçî 8,4 qat zêde bûye û heta sala 2021’ê 150 milyon jinên birçî ji mêrên birçî zêdetir bûne.”

Rêxistinê ku hişyarî dide ku şerê Ukraynayê wê rewşa jinan hîn girantir bike, destnîşan dike ku jin di pergalên xwarinê û xwarina malbat û civakên xwe de xwedî rolek girîng in.

Li gorî rêxistinê, “wekheviya zayendî bi ewlekariya xorek û xwarinê ya li ser asta herêmî, neteweyî û cîhanî ve girêdayî ye”, bi gotineke din, li welatekî çiqasê newekheviya zayendî zêde bibe, ew qasê mirov birçî û kêmxwarin dibin.