Kongra Star Tecrîda Îmraliyê şermezar kir
Kongra Star bi daxuyaniyekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û ragihand ku ewê têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin.
Kongra Star bi daxuyaniyekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û ragihand ku ewê têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin.
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrişên xwe li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bênavber didomîne.
Têkildarê vê yekê, Kongra Star bi daxuyaniyekê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û destnîşan kir ku ewê li hemberî êrîşan û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin.
Daxuyanî bi tevlêbûna bi dehan jinên navçeya Çilaxa li pêşiya navenda Kongra Star a navçeyê, ji aliyê endama Rêveber a Kongra Star, Semer Nofel Hisên ve hat xwendin.
Di destpêka daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Tecrîda li ser Rêber Ocalan hîn berdewam e, ruxmî wê jî Rêber Ocalan karîbû ji hundirê girtîgeha xwe ya Îmraliyê xwe bike kesayetekî girîng di dîrok û pêşeroja Rojhilata Navîn de, hîna jî desthilatdariya Tirk rê nadin parêzer û malbata wî ku hevdîtinê pêre pêk bînin.”
Her wiha di daxuyaniyê de êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin şermezarkirin ku di vê dawiyê de jî di encama êrişeke balafira bêmirov a biçek li ser taxa Sînaa ya Qamişlo de, 4 kes şehîd bûn ku ji wan 2 zarok bûn.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk bi armanca têkbirina şoreşê û destketiyên wê, êrîşên xwe bi balafirên bêmirov ên biçek pêk tîne.
Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama wan êrîşan de di serî de hedefgirtina sê fermandarên YPJ’ê û QSD’ê û 4 sivîlan li bajarê Qamişlo, gelek kes şehîd bûne.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên navneteweyî hat kirin ku êrîşên dagirkeriya Tirk rawestînin û qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji balafirên Tirk re bigirin.