Rapora rojnamevanên jin: 7 mehan 161 carî maf hatin binpêkirin

Li gorî rapora MKGP'ê ya têkildarî binpêkirinên mafan ên li hemberî rojnamevanên jin di 7 mehên destpêkê yên salê de 161 binpêkirinên mafan pêk hatin.

Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) têkildarî binpêkirinên li dijî rojnamevanên jin ên di 7 mehên dawî de li avahiya Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) daxuyanî da. Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû û rojnamevanên jin di daxuyaniyê de amade bûn. 

Rapora bi kurdî ji hêla Berdevka MKGP’ê Roza Metîna ve û ya bi tirkî jî edîtora JINNEWS’ê Habîbe Eren xwend. 

HETA BÊHNA DAWÎ DENGÊ GEL RAGIHAND

Di raporê de bal hat kişand ser Rojnamevan Denîz Firat ku di 8’ê Tebaxa sala 2014’an de li Mexmûrê hatibû qetilkirin û wiha got: “Îro 8'ê Tebaxê salvegera qetilkirina Rojnamevan Denîz Firat e. Denîz Firat di dema êrîşa DAÎŞ'ê ya li dijî Mexmûrê de hat qetilkirin. Heşt sal berê di 8'ê Tebaxê de dema Denîz Firat li eniya pêş şerê li dijî DAÎŞ’ê dişopand, jiyana xwe ji dest da. Denîz Firat bi pênûsa xwe re dilsoz, ji kameraya xwe re hevrê û lêgerînereka heqîqetê bû. Ew şoreşgerek bû. Jiyana Denîz hêj ji zarokatiya wê ve di nava zor û zehmetiyan de derbas bû. Piştî şertên zehmet ên penabertiyê, Denîz pîşeyeke zor a wekî rojnamevaniyê hilbijart. Denîz, heta dawiyê li eniya pêş a şer bû, kameraya wê li milê wê, pênûsa wê di destê wê de û hewl da rewşa kurdan û şertên zor ên penabertiyê bi cîhanê bide bihîstin. Dengê wê yê bi kelecan ku dema televîzyonê dibû û nûçe radigihand, hêj di guhên me de ye. Em Denîz Firat ku şopdara Mûsa Anter û Gurbetellî Ersozan bû, bi rêzdarî bi bîr tînin. Em ê li ser rêça Denîzan, li pey rastiyan bin. Tevî şertên dijwar jî dê kameraya me di qeydê de û pênûsa me di destê me de em ê gotina xwe bikin.”

161 BINPÊKIRINÊN MAF

Di berdewama daxuyaniyê de ev yek hat gotin, “Ev demekî dirêj e em binpêkirina mafên rojnamevanan dişopînin û dikin rapor. Zext û sansûra li ser rojnamevanan her ku diçe zêdetir dibe. Gef li rojnamevanan tên xwarin, tên girtin, darizandin û rastî tundiyê tên. Zehmetiyên ku rojnamevanên jin li qadê dijîn hîn zêdetir in.

Di dema amadekirina raporê de me ji malperên nûçeyan ên herêmî û neteweyî jî sûd girt. Di van 7 mehan de rojnamevanên jin herî kêm rastî 161 binpêkirinan hatin. Her kêm 18 rojnamevanên jin dema li qadan nûçe dişopandin, rastî êrîşa fîzîkî ya polîsan hatin. Rojnamevanên jin li ser qada dijîtal jî rastî gotin û heqaretên zayendperest hatin. Tundî li 14 rojnamevanan hat kirin û gef li 6 rojnamevanan hatin xwarin. Di van 7 mehan de bi ser mala 10 rojnamevanan de hate girtin, 26 rojnamevan hatin destgîrkirin û destdirêjî li rojnamevanekê hate kirin. Mafê 31 rojnamevanan ê şopandina nûçeyan a li qadan hate astengkirin. Her wiha mafê rêwîtiyê yê rojnamevanekê jî hat astengkirin. 6 rojnamevan ji ber xebatên xwe yên rojnamevaniyê hatin girtin. Sîxûrî li rojnamevanekê hate ferzkirin û rojnamevanek jî ji ber ku zarokek bû ji kar hate avêtin.

JI BO 10 ROJNAMEVAN LÊPIRSÎN

Derheqê 10 rojnamevanan de bi hinceta xebatên pîşeyî lêpirsîn hatin destpêkirin û li 12 rojnamevanan jî doz vekirin. Li 12 rojnamevanan 23 sal û 10 meh û 27 roj cezayê girtîgehê hate birîn. Di heman demê ji bo 4 rojnamevanan 190 hezar û 250 TL cezayê pereyan hate birîn. Di 73 dosyayan de 105 rojnamevan tên darizandin û ev pêvajo didome. Niha jî herî kêm 10 rojnamevanên jin li girtîgehên cuda ragirtî ne. 
 
Weke Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê daxwaza me ew e ku hemû rojnamevan bikarin bi awayekî azad pîşeya xwe bikin û hevrêyên me yên bi awayekî derhiqûqî hatine girtin jî di zûtirin demê de bên berdan.” 
 
Piştre jî Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû axivî. Muftuoglû, di serî de êrîşa polîsan a li Amedê ya li dijî rojnamevanan şermezar kir. Bi domdarî Muftuoglû got ku rojnamevan Denîz Firat dema êrîşên DAÎŞ’ê yên li ser Mexmûrê bi dinyayê re parve dikir hate qetilkirin û axaftina xwe wiha qedand: “Em Denîz Firat û hemû rojnamevanên di vê rêyê de hatine qetilkirin bi bîr tînin.”