Komkujiya jinan li Îzmîrê hate protestokirin

Li seranserê Tirkiyeyê di hefteyekê de 9 jin hatin qetilkirin. Jinan bertek nîşanî qetilkirina jinan dan û gotin: “Ji ber ku jiyana wan ji bo dewletê negirîng bû wan neparast û pêşiya qetilkirina wan negirt. Li ser vê yekê cesaret da kujeran.”

Li Îzmîrê di nava heftiyekê de 4 jin û li seranserî Tirkiyeyê jî 9 jin hatin qetilkirin. Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan bi çalakiyekê komkujiyên li dijî jinan protesto kir. Di çalakiya jinan de çîrokên jinên di nava vê heftiyê de hatine qetilkirin hatin xwendin û edalet hate xwestin. Di çalakiyê de wêneyên jinên hatin qetilkirin hatin hildan û dirûşmeyên li dijî komkujiyên li ser jinan berz kirin.

Endama KCDP’ê Elîf Tûnca daxuyanî xwend. Tûnca diyar kir ku ji dema Peymana Stenbolê hatiye betalkirin û heta niha 409 jin hatine qetilkirin û 328 mirinên bi guman pêk hatine. Tûnca anî ziman ku ev ne hejmare, ev jiyan in û got: “Ji ber ku jiyana wan ji bo dewletê negirîng bû wan neparast û pêşiya qetilkirina wan negirt. Li ser vê yekê cesaret da kujeran.“

Tûnca bal kişand li ser jinên ku di vê hefteyê de hatin qetilkirin û wiha got: "Ezgî gelek caran biryara parastinê derxistiye, bavê Beyza jî 35 caran gilî kiriye. Biryara parastinê ya Hanîfe hebû. Ev jin ne jinên ku mafên xwe nizanin, malbatên wan jî di vê ferqê de bûn. Êdî piraniya jinan mafên xwe dizanin û mafên xwe yên hiqûqî dizanin. Jin dema rastî şîdetê bên, dizanîn wê serî li kûderê bidin û ew sazî jî dizanin wê çi bikin. Dema ku pêk nehat, jin bi dehan caran serlêdanên xwe didomînin.“

Tûnca anî ziman ku ew ê qetlîamên jinan rawestînin û got: "Dewlet jinan naparêze. Ji bo vê em ê têkoşîna xwe bidomînin."