Duzkan: Dijminatiya girtiyan tê kirin

Nivîskar Ayşe Duzkan, da zanîn ku li girtîgehê li ser Aysel Tûglûk û girtiyên din ên nexweş dijminatî tê kirin û da zanîn ku li derveyî hiqûqê ceza li girtiyan tê birîn.

Ji Koma kampanyaya 1000 Jin Ji Bo Aysel Tûglûk, Nivîskar Ayşe Duzkan diyar kir ku Aysel Tûglûk a ji doza Kobanê hate tehliyekirin, ji dozeke din di girtîgehê de tê ragirtin, ev rewş dijî mirovahiyê ye.

Nivîskar Ayşe Duzkan têkîldarî Aysel Tûglûk a ku tevî rapora nikare li girtîgehê bimîne, di girtîgehê te tê girtin ji ANF’re axivî.

Duzkan destnîşan kir ku Fakulteya Tipê ya Kocaeliyê beriya çend mehan der barê Aysel Tûglûk de rapora ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ dabû û wiha got: “Aysel Tûglûk niha di girtîgehê de di şert û mercen dijmirovahiyê de tê ragirtin. Em li vir dijminatiyeke cuda li hemberî Tûglûk û girtiyên din ên nexweş dibînin. Ger hûn mîna Aysel Tûglûk ji bo azadî, edelet û aştiyê têbikoşîn û bi taybet jî hûn Kurd û jin bin, her tişt dibe ku bê serê we; nexweşî jî nikare we rizgar bike. Ez difikirim ku ji bo îbretek wiha hatiye kirin.”

Duzkan bal kişand ser dermannekirina girtiyên nexweş û mirinên bi guman a girtiyan û wiha pêde çû: “Ji xeynî bûyera Garîbe Gezer, bûyerên din jî hene em dizanin. Girtiyan bi gelek awayên cuda ber bi mirinê ve dibin. Aysel Tûglûk ji bo me hemû mirovan temsîl dike. Em hewl didin di şexsê Tûglûk de ji bo hemû kesan têbikoşin. Divê girtiyên nexweş li gorî hiqûqa a heyî bên dermankirin.”

Duzkan da zanîn ku tevî di doza Kobanê de biryara berdana Tûglûk hatibe dayîn jî lê, heyeta dadgehê berpirsyariya xwe negirtiye ser xwe û wiha anî ziman: “Dadgehê dizanîbû ku Tûglûk ji dozeke din mehkûm e. Divê li gorî rapora Kocaeliyê Tûglûk demildest bê berdan.”

Duzkan bi bîr xist ku girtiyên siyasî mîna her demê jiyana wan di bin xeteriyê de ye û got: “Mîna pêvajoya 12’ê Îlonê, 90’î, 19’ê Kanûnê her tim jiyana wan di bin xeteriyê de ye. Îro Aysel Tûglûk û girtiyên din parçeyekî vê rewşê ne. Divê raya giştî li ser vê rewşê dengê xwe derbixe. Lewra, li ser medya dijîtal kampanyayên hashtagê pir girîng e.”