Talîbanê li xwepêşanderên jin xist

Talîbanê li xwepêşanderên jin ên ku daxwaza 'nan, kar û azadiyê' dikirin, xist.

Hat ragihandin ku di xwepêşandana li paytexta Efganîstan Kabîlê de hêzên Talîbanê li jinên xwepêşandêr xistine û gule li derdorê reşandine.

Li gorî nûçeya AFP’ê nêzî 40 jin bi dirûşmeyên “Nan, xebat û azadî” ber bi avahiya Wezareta Perwerdehiyê ve meşiyan.

Jinên xwepêşander 15’ê Tebaxê, ku yekemîn salvegera desthilatdariya Talîbanê ye li welat weke “rojeke reş” îlan kirin, daxwaza mafê xebatê û beşdarbûna siyasetê kirin. Hate dîtin ku piraniya jinên ku dirûşmên "Edalet, edalet. Em ji cehaletê westiyan" berz kirin, rûyê xwe negirtin.

Hêzên Talîbanê ji bo ku xwepêşanderan belav bikin gule berdan hewayê û li dijî hin jinan tundî pêk anî. Her wiha hin rojnamevanên ku piştî çend mehan yekem xwepêşandana jinan şopandin, ji aliyê Talîbanê ve hatin derbkirin.

MAFÊ JINAN KÊM DIBE

Mafên jinan li Efganîstanê ji dema ku Talîbanê di 15ê Tebaxa sala borî de dest danî ser welat, gelekî kêm bûye. Jinan ji hin mafên bisînor ên ku di dema mudaxeleya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê yên 20 salan de bi dest xistibûn jî winda kirin.