Meha Tîrmehê mêran 31 jinên din qetil kirin

Li gorî nûçeya JINNEWS’ê di meha Tîrmehê de herî kêm 31 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin.

Li gorî daneyên JINNEWS’ê di meha Tîrmehê de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 31 jin hatine qetilkirin û 12 jin bi rengekî guman jiyana xwe ji dest dan. Jin jinên hatin qetilkirin 8 jin zewicî bûn, 7 di pêvaoya destberdanê de bûn,  4 jin ji aliyê mêrên nas dikirin ve, 3 jin ji aliyê mêrên dest jê veqetiyabûn, 2 jin ji aliyê mêrên dest jê berdabûn, 2 jin ji aliyê nasê xwe ve, yek ji aliyê kurê xwe ve û yek jî ji aliyê cîranê xwe ve hat qetilkirin. Heta niha ne hatiye hînbûn ku jinek ji aliyê kê ve hatiye qetilkirin, her wiha hat diyar kirin ku yek ji jinên hatine qetilkirin ducanî bûye.

ZAROK JÎ HATIN QETILKIRIN 

Di deman demê de di meha Tirmehê de 13 jin ji aliyê mêrên ku herî nêzîkê wan bûn, gefa kuştinê xwarin û 12 jin jî guman jiyana xwe ji dest dan. 

Songul G. a ku bi rengekî guman jiyana xwe ji dest da 8 mehî ducanî bû. Di meha Tirmehê de 3 jin li dijî meran xweparastina xwe bikaranî. 

Dîsa di meha Tirmehê de 4 zarokên kur hatin qetilkirin, 5 zarokk bi rengekî guman jiyana xwe ji dest da û xwestin 3 zarokan qetil bikin. 8 zarok jî rastî tacîza zayendî hatin.